Em bi zarokên xwe serbilind in

Pêncşem 13 Mijdar 2025 - 03:42

Malbata Sever ji navçeya Qerqelî ya Wanê ne û malbateke welatparêz e ku bi bawerî û dilsoziya xwe ya kûr a ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tê nasîn. Malbata Sever ewladekî xwe di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd da, li hember êrîşên şerê taybet û zilmê dewletê li ber xwe dan û baweriya xwe bi têkoşînê her parastin. Keça malbata Sever Amara Viyan (Rojda Sever) di sala 2012’yan de dema ku hîn zarok bû, tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bû. Hevrê Amara, ku heft salan wekî gerîla xizmet dikir, ji roja ku tevlî gerîla bû û vir ve bi bawerî, wêrekî û fedakariyeke mezin têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê meşand û di 25’ê Tebaxa 2019’an de di qonaxa herî bi rûmet a têkoşîna xwe de şehîd bû. Rûbar Şervan (Botan Sever) ku xizmekî malbata Sever e, ew jî di sala 2013’yan de salek piştî hevrê Amara tevlî refên azadiyê bû. Botan Sever jî bi heman bawerî, biryardarî û hevrêtiyê şer kir û di 25’ê Cotmeha 2019’an de gihîşt şehadetê. Tenê çend roj piştî hevpeyvîna bi malbata Sever re, ku bi salan rastî zilm, binçavkirin û gefên dewletê hatin, bavê hevrê Amara, Îsmaîl Sever, bi tohmetên bê bingeh, bê delîl û neheq hate girtin.

Dixwazin Rêber APO azad bibe

Hanim Sever, wiha behsa keça xwe hevrê Amara kir:"Çar keçên min hene û (Amara) Rojê ya herî biçûk bû. Ew li ba min pir bi qîmet bû û qet dilê min nedihêla. Ew diçû dibistanê û dixwest bibe parêzer. Mirovek başbû û her kes jê hezdikir. Bila cihê wê biheşt be. Ger dijî jî xwedê tevî karê wan be.” Hanim Sever, da zanîn ku zexta dewletê demek kurt piştî tevlîbûna keça wê dest pê kir û got:"Piştî mehek an du mehan, polîs her car dihatin û pirsa keça min dikirin. Wan dipirsî, 'Ew li ku ye?' û min digot, 'Ez nizanim.' Helbet min meraq dikir li kure, rewşa wê çawa ye û min dixwest ku bibînim jî.” Hanim Sever, li ser xizmê xwe hevrê Rûbar jî ev tişt anîn ziman:“Rûbar 20 salî bû û ew jî mirovek pir bi qîmet bû. Rojekê min li metbexê firaxan dişuşt, hat û ji min re got ku wî biryar daye tevlî bibe û wê biçe Amedê. Piştre ew û Rozerîn çûn. Tevî hişyariyên malbatê jî, ew careke din venegeriya.”  Hanim Sever, got ku ew bi wan serbilind in û ew rê rêya şeref û namûsê ye. Hanim Sever, anî ziman ku ger ew keça xwe daba mirovek xirab wê gelek dilteng bibaya û got ku lê belê zarokên wê rêya têkoşînê ya bi rûmet hilbijartine û ew bi vê yekê serbilind e. Hanim Sever, diyar kir ku heke pêwîst be, ew ê derkevin kolanan û bibêjin, "Em aştiyê dixwazim” û got:“ Divê hemû gelê Kurd însîyatîf bigire û bikevin nava tevgerê. Azadiya gelê Kurd hatiye li ber derî ye. Çi dibe bila bibe divê gelê me hişyar be. Em azadiya Rêber Apo dixwazin, em dixwazin ku ew jî li derve be. Em dixwazin aştî were avakirin. Em bi hesreta zarokên xwe her şev serê xwe datînin ser balîfê. Ger şehîd bûne em cenazeyên xwe dixwazin, ger dijîn jî em dixwazin wan bibînin.” Hanim Sever, destnîşan kir ku ew dixwazin di nava aştî, xwişk-biratî û azadiyê de bijîn û got ku divê kuştinên jinan bi dawî bibin.

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.