Fîdan dest ji dijberiya Kurdan bernade
În 7 Mijdar 2025 - 02:45

Li Fînlandiyayê sê aktîvîstên Kurd bi îdîaya 'fînansmana terorê' hatin binçavkirin. Binçavkirin di demeke welê de hate kirin ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan serdana Fînlandiyayê kir. Di 3'ê Mijdara 2025'an de li başûrrojhilatê Fînlandiyayê di çarçoveya lêpirsîna 'fînansmana terorê' de ya ku Buroya Lêpirsînê ya Neteweyî (Keskusrikospoliisi-KRP) dimeşîne Naîm Acar, Ramazan Koyûn û Metîn Çelîk hatin binçavkirin. Piştî binçavkirinê li malan û li Navenda Civaka Kurd a li Helsînkiyê lêgerîn hate kirin. Civaka Kurd a li Fînlandiyayê diyar kir ku binçavkirin di dema serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan a li Fînlandiyayê de hate kirin û ragihand ku pêvajo xwedî aliyekî siyasî ye. Di daxuyaniya Meclîsa Gelê Kurd de hate gotin, Kurdên li Fînlandiyayê bi hurmetdariya li qanûnan û di nava ahengiya bi civakê re tevdigerin, mafê wan ê herî xwezayî ye ku xwedî li sazî û nirxên xwe derkevin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Xwedîderketina li rêxistinî, nirxên siyasî û çandî yê Kurdan mafekî gerdûnî ye." Kurdên li Fînlandiyayê ji bo nerazîbûnê nîşanî vê yekê bide wê roja Înê (îro) saet di 12:00 de li ber Wezareta Karên Hundir a Fînlandiyayê çalakiyeke şermezarkirinê lidar bixin. Bang li gelê Kurd û hemû derdorên demokratîk û dostan hate kirin ku beşdarî çalakiyê bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN














