Nenavendîbûn derketina ji krîzê ye

Pêncşem 13 Mijdar 2025 - 03:25

Jinên siyasetmedar sîstema nenavendî wekî rêya avakirina Sûriyeya demokratîk nirxand û gotin, ev sîstem pêwîstiyeke nîştimanî ye.

Jinên siyasetmendar diyar kirin ku ji bo derbaskirina bandorên şer û parçebûnê, pêdivî bi jinûve sazkirina têkiliyan di navbera welatî û dewletê de, beşdariya civaka avakirina biryaran de û parastina mafên çandî û zimanî yên hemû pêkhateyan heye.

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Semîra El Ezîz diyar kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek bêhempa ji bo avakirina civakek demokratîk a piralî ye ku beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê di biryardanê de garantî dike. Semîra El Ezîz da zanîn ku sîstema nenavendîtî çareseriya mîsogerkirina jiyana hevbeş û aramiyê li seranserê welêt e.

Di dawiyê de Semîra El Ezîz got giştîkirina ezmûna Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyeyê rêbaza derbaskirina şopên şer, koçberkirin, tundî û gihandina qonaxekê ji bo lihevkirin û jiyana hevbeş a neteweyî di nava tevahî Sûriyeyiyan de ye.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê - Meclisa Efrîn û Şehbayê Newroz Hisên got nenavendîbûn rêya stratejîk a derketina ji krîzê ye û ji bo xurtkirina hevkariyê di nav pêkhateyan de rêbaza guncav e.

Newroz Hisên  bal kişand ser rola pêşengtiyê ya jinên ji Sûriyeyê ya di hemû warên civakî, aborî û siyasî de û got: "Îro jin bi bawerî ber bi cihê fermandarî û biryardanê ve bi pêş de diçin. Roleke di pêkanîna geşepêdan û îstîqrarê li hundirê civakê de dilîzin."

ANHA/REQA/MIZGÎN ELÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.