Divê dewlet rola xwe bilîze
Pêncşem 13 Mijdar 2025 - 03:30

Gava ku Tevgera Azadiya Kurd di 26’ê cotmehê de avêtiye li her qadê deng dide. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu Kutevî da zanîn pêvajo ji bo avakirina zemîna demokratîkbûna Tirkiyeyê gavek krîtîk bû û got:"Divê dewlet rola xwe bilîze."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ kir û piştî vê geşdanên dîrokî li pey hev hatin. Tevgera Azadiya Kurd di 26’ê Cotmehê de daxuyanî da û got di esasa erêkirina Abdullah Ocalan û biryên kongreya PKK’ê de gerîla ji Tirkiyeyê vedikişin.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Zeynep Oduncu Kutevî der barê gava dîrokî ya Tevgera Azadiya Kurd avêtine de nirxandin kir.
Zeynep Oduncu da zanîn pêvajo ji bo avakirina zemîna demokratîkbûna Tirkiyeyê gavek krîtîk bû û got:" Divê dewlet rola xwe bilîze. Di 26’ê Cotmehê de gava mezin a duyemîn hat avêtin. PKK’ê got wê ji Tirkiyeyê vekişin û biçin qadên parastina medyayê. Niha dora dewletê ye. Divê êdî li Tirkiyeyê aştiyeke pêk bê, zemîna qanûnî bê avakirin û di çarçoveya qanûnî de hinek tişt bikevin bin ewlehiyê. Dema Tirkiyeyê ya ku winda bike tune ye. Divê ewlehiya qanûnî bê dayîn. Divê bilez gavên qanûnî bên avêtin."
JINNEWS/AMED / PELŞÎN ÇETÎNKAYA












