2023 wê bibe sala azadiya Ocalan

Duşem 16 Çile 2023 - 10:31

Rêxistina Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Çareserî bi me re ye, Na ji şer û mêtingeriyê re" li navçeya Yenîşehîrê kongreya xwe ya 4'emîn a Asayî lidar xist.

Tevî Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, parlamenterên bajêr, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, Serokê Giştî Yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî Yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Tiriyeyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş û bi sedan kes tevlî kongreyê bûn.

HDP hêvî ye, HDP gel e

Piştî hilbijartina dîwana kongreyê, ji bo bîranîna şehîdên demokrasiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştre Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Remziye Tosûn got, "22 meh in deriyê Îmraliyê girtine. Bila dost û dijmin her kes zanibe ku sala 2023'an wê ji bo Kurdan bibe sala serketinê. 2023 wê ji aliyê fîzîkî ve bibe sala azadiya Birêz Ocalan."
Piştre Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan silav dan beşdarên kongreyê û gotin, "HDP hêvî ye, HDP gel e."

Veysî Taş bedena xwe da ber agir

Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek jî bi silavkirina berxwedana "Jin, Jiyan, Azadî" dest bi axaftina xwe kir û got, "Em bang li partiyên li Kurdistanê û Tirkiyeyê, bang li demokratan dikin; li dijî girtina HDP'ê em piştgiriyê bidin HDP'ê. Roj roja xwedîderketina li HDP'ê ye."

Çîftyurek bal kişand ser Veysî Ateş ku li Mêrdînê li dijî tecrîda li ser Ocalan bedena xwe da ber agir û got, "Em zanin ku 24 sal in tecrîdeke giran heye. 3 mehan carekê cezayê dîsîplînê didin û tecrîdê dewam dikin. Em ji vir bang dikin, tecrîdê tavilê bi dawî bikin."

Di sala 2023’an wê AKP têk biçe

Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş jî işaret bi rola diyarker a HDP'ê di hilbijartinan de kir û ji bo yekîtî û têkoşîna hevpar bang kir.
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay jî got, "Em ê li her derê karê xwe dewam bikin. Amed ispata vê yekê ye. Biryardariya li vê derê ispata vê yekê ye. Em di demeke welê de ne ku faşîzma AKP'ê li her derê êrîşî destketiyên Kurdan dike. Hilbijartinên 2023'an wê bibe hilbijartinên têkçûna AKP'ê."

Atasoy û Ceylan hatin hilbijartin

Ebrû Gunay nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Abdullah Ocalan da û got, "Em ê li dijî tecrîdê, azadiyê biparêzin. Li gel Birêz Ocalan em ê di paşerojeke azad de civakek şad û kêfxweş ava bikin."

Di kongreyê de piştî axaftinan raporên li ser kar û malî hatin xwendin.

Herî dawî jî hilbijartin hate kirin û Hevserokên heyî Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan ji nû ve hatin hilbijartin.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.