Li Amedê Cegerxwîn bi bîr tînin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 21 Cotmeh 2024 - 00:15

Bi pêşengiyan saziyên kurdî yên li Amedê helbestvan Cegerxwîn dê bê bibîranîn.

Bernameya bîranîna Cegerxwîn roja 21'ê mehê saet 18'an de li ÇandAmedê wê li dar bikeve.
Di nav bernameyê de gotûbêj, sînevîzyon û muzîk heye.

Di gotûbêja ku di bin sernavên wekî 'Pêwendiya wêje û muzîka kurdî', 'Tevkariya helbesta Cegerxwîn di muzîka kurdî de' li dar bikeve de, Dr. Dilawer Zeraq wekî axifger wê beşdar bibe û Saliha Ayata moderatoriya bernameyê bike. 

Di nav bernameyê de nîşandayîna sînevîzyonê û muzîk heye. Di beşa muzîkê de jî hunermend Dilzar wê stranên xwe pêşkêş bike.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.