2 wesayitên leşkerî hatin têk birin
În 28 Sibat 2025 - 03:10
Şervanên QSD'ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO şikandin û 2 wesayitên leşkerî îmha kirin. Navenda Ragihandinê ya QSD'ê li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û çalakiyan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:"Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker roja Çarşemê rêze êriş li derdora Bendava Tişrînê pêk anîn. Balafiran cihên karkeran ên girêdayî bendavê û gundê Qişlê yê nêzî wê bombebaran kirin. Dagirker û çeteyan ji şeva sêşem/ çarşem heya duh jî herêma derdora bendavê bi çekên giran topbaran kirin, di encamê de zerarên madî çêbûn. Çeteyan bi desteka hewayî û obîsan êrîşî nuqteyên hêzên me kirin. Şervanên me bersiv dan û şerekî dijwar derket. Di encama şer de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Yekîneyên Şehîd Harûn jî beşdarî bersivdayîna êrişan bûn, erebeyeke leşkerî ya BMB rûxand û erebeyek din a leşkerî ya bi tîpa Toyota derb kir. Eniya Pira Qereqozaxê; balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirekr êriş li ser gundên Xeseq û Tînayê pêk anîn. Di encamê de ziyanên madî gihiştin milkên sivîlan. Her wiha gundên Tîna, Cade, Bîr Hiso, Dîkan, Melha û Senaa, girên Sêvê û Qereqozaxê bi zêdetirî 120 guleyên roket, tank, obîsên giran û hawanan bê serûber hatin topbarankirin. Di encama topbaranê de zerarên madî yên mezin li mal û milkên şêniyan bûn. Di saetên nîvro de jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi desteka obîs û balafiran, êrişî nuqteyeke hêzên me kirin. Şervanên me êriş têk birin. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û hin birîndar bûn, yên din jî ji cihê şer reviyan. Balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Dêr Hafirê û gundewarê wê digeriyan."
ANHA