1’ê Gulanê bikin lûtkeya azadiyê

Sêşem 30 Nîsan 2024 - 02:45

  • Komîteya Rêveber a PKK’ê 1’ê Gulanê pîroz kir û bang li her kesê kir ku îsal bi çalakiyên 1’ê Gulanê Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî bigihînin lûtkeyeke nû.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bang li her kesê kir ku ji bo Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bê veguheztina lûtkeyeke nû di 1’ê Gulanê de qadan tije bikin. Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ku di demên dawî de li dijî gerîlayên Kurdistanê pêk tîne kir û got:’’Weke Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd, em 1’ê Gulana 2024’an bi Pêngava Azadiya Gerdûnî ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike, pêşwazî dikin. Em bawer dikin ku wê bi çalakiyên 1’ê Gulanê Pêngava me ya Azadiyê ya Gerdûnî hîn xurttir bibe. Li ser vî bingehî di serî de Rêber Abdullah Ocalan, em 1’ê Gulanê li hemû hevrê, gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe yên sosyalîst û demokratîk, karker û kedkaran, jin û ciwanan pîroz dikin; em di têkoşîna wekhevî û demokrasiyê ya li ser esasê azadî û cudahiyan de, serketinê dixwazin. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û kedkar û dostên xwe dikin ku di vê 1’ê Gulanê de kolan û qadan tejî bikin û Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî bigihînin lûtkeyeke nû.

Xwedî li 1’ê Gulanê derkevin

Gelek eşkere ye ku piştî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û Cejna Azadiyê ya Newrozê, derfeteke mezin hatiye afirandin ku em di 1’ê Gulanê roja yekîtî, piştevanî û têkoşînê ya çîna karker de Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî li her qadê pêş bixin û hîn gerdûnîtir bikin. Teqez e ku gelê me û dostên me yên li her çar parçeyên Kurdistanê, her devera Rojhilata Navîn û çar aliyên cîhanê wê vê derfeta navborî pir baş binirxînin. Ji bo vê yekê jî gelê me û dostên me yên bi temamî bûne kedkar, divê ji her kesê zêdetir xwedî li 1’ê Gulanê derbikevin, li her deverê bi aktîf beşdarî çalakiyên 1’ê Gulanê bibin û pêşengiyê bikin. Em bawer dikin ku jinên Kurd û ciwan, Kurdên bi zane û xwe rêxistinkirî wê li her derê wiha tevbigerin, mîna Newrozê wê xwedî li 1’ê Gulanê derbikevin û wê vê rojê veguherînin roja pêngava têkoşîna me ya azadiyê.

Azadiya Rêber APO derkeve pêş

1'ê Gulanê her tim weke sembola bi bandor a sosyalîzmê û meşaleya têkoşîna azadiyê maye. Rêber Apo bi pêkanîn û veguhertina paradîgmayê re û bi pêşxistina Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk re wateya 1'ê Gulanê bêhtir derket pêş, sosyalîzm li ser bingeha azadiya jinê û ekolojiya civakî ji nû ve hate pênasekirin û sosyalîzma demokratîk a zanistî ji serweriya desthilatdarî û dewletê rizgar bû û derfetên ku bi rengekî serketî werin bicihanîn dabîn kir. Rêber Apo wate û bandora 1'ê Gulanê xurttir kir û ev yek xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji ber vê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiyên 1'ê Gulanê de û belavkirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo li her cihî, wezîfeyeke bingehîn e ku bi cih were anîn û deynekî were dayîne. 

Bi rihê Îmralî û Zapê serdikevin

Îro gelê Kurd li her qadê li ser piyan e û Kurdistan bûye keleha şoreşa azadiyê. Jinên Kurd pêşengiya şoreşa civakî dikin. Operasyonên şoreşgerî yên ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên bi taybetî li Zapê hatin pêşxistin, derbên giran li artêşa Tirk a faşîst ku bi artêşbûna duyemîn a NATO'yê pesna xwe dide, xist. Ji bo hemû bindestan çavkaniyeke mezin a moral û enerjiyê ye. Berxwedana çapemeniya azad a Kurd a li dijî êrîşên li Ewropa û Tirkiyeyê, hêvî û vîna azadiyê hîn bêhtir xurt dike. Bi vala derxistina her cure demagojî û derewên şerê taybet ên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê re, Kurdistanê vediguherînin keleha têkoşîna azadiyê ya gerdûnî. Hevrê Abdulkadîr Çûbûkçû ku di 1'ê Gulana 1982'yan de li Beyrûdê dema bi gelê Fîlîstînê re mil bi mil şer dikir şehîd bû, xwişk-biratiya dîrokî ya gelên Fîlîstînî û Kurdistanê xurt kir û dostaniya sexte ya Tayyîp Erdogan derdixîne holê. Di demeke ku gelê Kurd û hemû bindest pêvajoya 1'ê Gulanê dijîn, pergala modernîteya kapîtalîst û faşîzma AKP-MHP'ê êrişên xwe didomînin. Li aliyekî li Metîna li dijî gerîlayên Kurd êrişên dagirkeriyê yên nû pêş dixin û li aliyê din jî zext û terora xwe ya li ser Çapemeniya Azad zêde dikin. Her çend bi şêwazên cuda bên ravekirin jî, êrîşa dewleta Belçîkayê ya li dijî televîzyonên Kurd jî parçeyek ji vê planê ye. Eşkere ye ku faşîzma AKP-MHP'ê û alîgirên wê, wê di dema pêş de jî êrişên bi heman rengî pêk bînin. Lê belê weke Tevger û gel em ê bi Ruhê Berxwedanê yê Îmraliyê û Zapê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin û em ê teqez bi ser bikevin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.