1500 parêzer wê serlêdanê bikin

Şemî 14 Îlon 2024 - 03:15

  • 1500 parêzerên ku ji 30’î zêdetir welatî ji bo ku bi Rêber Abdullah Ocalan re, ku ev 42 meh in xeber jê nayê standin hevdîtinê bikin, wê serî li Wezareta Dadê ya Tirk bidin.

REWŞAN DENIZ / NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Navnetewî ya Hiqûq û Demokrasiyê (MAF-DAD), Parêzerên Demokrat ên Ewropî(AED) û Yekîtiya ji bo Demkrasî û Mafê Mirovan a Cîhanê ya Ewropayê (ELDH) li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan helkefta xwe tînin asteke nû.

Bi pêşengiya saziyên navnetewî yên hiqûqê sala 2022’an jî kampanyayeke weke vê hatibû rêvebirin, ji 22 welatî 350 parêzerî ji bo ku bicine Îmraliyê serî li Wezareta Dadê ya Tirk dabûn. Ji gelek welatên weke Avûstûrya, Belçîka, Elmanya, Fransa, Italya, Spanya, Swîsre, Hollanda, Ukrayna û DYE’yê gelek parêzeran bi nameyên ku şandibûn daxwaz kiribûn ku bi Rêber Ocalan re û girtiyên din re yên li Îmraliyê Veysî Aktaş, Hamîmî Yildirim û Omer Hayrî Koner re hevdîtinê bikin.

Ji çar hêlên cîhanê

Li gel dema ku di navê re bihurî jî dewleta Tirk a dagirker nehişt ku Rêber Ocalan ne malbata xwe bibîne û ne jî parêzerên xwe. Saziyên navnetewî yên hiqûqê ku ji vî alî fikaran dikin kampanyayeke dî dane destpêkirin. Kampanyaya ku ev çend meh bûn haziriya wê dihate kirin gihaşte encameke girîng. Li gorî agahiyên ku Mahmût Şakar ê ji MAF-DAD’ê dayî, ji 30’î zêdetir welatî, derdora 1500 parêzerî îmzeya xwe li nameyê dane ku name wê ji Wezareta Dadê ya Tirk re were şandin û di nameye de hevdîtina li gel Ocalan tê xwestin. Şakar got,’’Me metna sala 2022’an li gorî rewşa berdest rojane kir, li ser şertên berdest tecrîd bi kitekitî vegot û me ev metn nivîsî û di serî de li Kurdî, Erebî, Tirkî, Ingilîzî û Fransî me li 16 zimanî wergerand. Me ev metn gihande ber destê parêzerên li welatên cîhanê yên cihê yên li derî Tirkiyê û halê hazir li ber destê me hijmareke ne kêm a îmzeyan heye. Vê gavê ji 30 welatî zêdetir, derdora 1500 parêzerî îmzeya xwe li metne daye, ev hijmar dikare zêdetir jî bibe.’’

6 rêxistinên hiqûqê

Kampanyaya ku hiqûqnas ji bo Ocalan rê ve dibin 16’ê Îlonê li Brûkselê wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi raya giştî re were parvekirin. Şakar ev agahî par ve kir: ‘’Ji bilî sê saziyên ku kampanyaya îmzeyan organîze kirine, bi desteka Baroya Brûkselê, Enstîtûya Mafê Mirovan û Sendîkaya Parêzerên ji bo Demokrasiyê (SAD) bi 6 rêxistinên hiqûqê em ê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê bidin. Di daxuyaniya çapemeniyê de em ê hem têkilî geşedanên dawî yên tecrîdê hem jî agahiyên têkilî kampanyaya îmzeyan bi raya giştî re par ve bikin. Piştre jî bi van îmzeyan ji bo ku bi Rêzdar Ocalan û girtiyên din re yên li Îmraliyê têne girtin hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê ya Tirk bidin.’’

16’ê Îlonê li Brûkselê

Tecrîda li Îmraliyê ji alî parêzerên cîhanê ve weke rengekî taybet û cihêkar a îzolasyonê tê pênasekirin. Derdora 1500 parêzerî, piştî daxuyaniyê, ji bo ku serdana Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bikin wê serî li Wezareta Dadê bidin. Li daxuyaniya çapemeniyê ya 16’ê Îlonê wê li Brûkselê li Klûba Çapemeniyê ya Ewropayê pêk bê, ji MAF-DAD’ê Hevseroka Heîke Geîsweîd, bi navê SAD û AED’ê Helena Debaty, Sekreterê Giştî yê ELDH’ê Thomas Schmîdt, ji Enstîtûya Mafê Mirovan a Baroya Brûkselê Yves Oschînsky wê weke axaftvan hazir bin.

 

Parêzer li benda bersivê ne

Parêzeran beriya niha jî ji bo ku bi Rêber Ocalan re hev bibînin serî li Wezareta Dadê ya Tirk dabûn.

*Cara pêşî 10’ê Hezîrana 2022’an ji tevahiya Tirkiyê 775 parêzerên ku qeyda wan li baroyan hebûn, ji bo ku biçine Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn.

*Piştre di serî de ji welatên Ewropayê, ji 22 welatan 350 parêzerî, 14’ê Îlona 2022’an name ji Wezareta Dadê ya Tirk, Yekîtiya Baroyên Ewropayê, Yekîtiya Baroyên Tirkiyê û rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan re şandibûn.

*Piştre ji Fas, Filîstîn, Herêma Kurdistanê ya Federal, Bakur-Rojhilatê Sûriyê, Iraq, Libnan, Misir, Sûriyê û Ûrdinê 756 parêzerî, bi pêşengiya Helkefta Hiqûqî ya Ereb a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan, 19’ê Îlonê ji bo ku biçine Îmraliyê serî li Wezareta Dadê ya Tirk dan.

*Herî dawî 22’yê Çileya 2024’an li Tirkiyê ji 35 baroyan hezar û 330 parêzerî ji bo ku bi Ocalan re hev bibînin serlêdan kiribûn.

Di serlêdanan de hate destnîşankirin bi tecrîda ku hatiye girankirin peymanên navnetewî têne binpêkirin. Heta niha Wezareta Dadê bersiv nedaye serlêdanan.

 

Ew ê were rojeva KE’yê

Meha Îlonê wê bibe meheke wiha ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan helkeftên navnetewî zêdetir bibin.

*Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di navbeyna 17-19’ê Îlonê de wê biryara ‘’binpêkirinê’’ ku DMME’yê sala 2014’an, bêyî ku xwedî heqê derketina bi şert be, mehkûmkirina cezayê miebeta girankirî (mafê hêviyê) ya derheqê Ocalan dabû, bîne rojeva xwe. Komîteya wê lê binere bê ka biryara binpêkirinê û hewceyiyên ku divê bêne kirin ên DMME’yê hatine bi cih anîn an na.

*Di rûniştinên KE’yê ku wê di navbeyna 31’ê Îlonê-4’ê Cotmehê de pêk bên jî, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wê bibin rojev.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.