10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (279)

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 21 Hezîran 2025 - 00:14

Barudoxî komelgey Kurdî le Qazaxistan(3)

…Û dîsanewe yekyan girtûwetewe. Belam be zorî Kurdekan le şwênêk dabezîwin, herêmêke pêy ewitrê herêmî Jambul, Jambul Jabayêv şa'îrêkî benawbange le Qazaxistan û şa'îrêkî Sovyete, ew mentîqeye be nawî ewewe heye teqrîben heşt sed kîlomîtir, hewt sed kîlomîtir le Almatî dûre, Almatî êsta pêtxetî wilateke nîye, êsta Nûr Sultan pêtexte belam Almatî gewretirîn şare ke ziyatir le 2 mîlyon danîştûy heye belam nizîkey sed girûpî êtnîkî têdaye, Kurdekan le naw ew sed êtnîke da be duwazdehemîn le qelem dirawin le rûy 'ededewe.

Qazî: Başe êsta eger le rûy mêjûyiyewe hêndêk bigerêynewe duwaye wecbey duwemî ke Kurd hatûn bo ewê le kwê ra bûwe?

Sîvan Se'îd: Duway şer 1944 kewtûnete ewê, dîsan ewane paşmawey ewane bûn ke negeyiştûn, ewanen ke le ser sinûrekanî Iran û Turkiya le naw Azerbaycan û ew şwêney ke kêşey le sere le naw Azerîyekan û Ermenîyekan, Kurdekan lew beyne da bûn.

Qazî: Xo salî 1944 ew kêşeye bew şêweye nebûwe. Le dewranî Sovyet da ew kêşeye werû nekewtibû.

Sîvan Se'îd: Ew kêşeye wekû ewey le salî 1988 dîtman der nekewtibû, belam ew kate ewe be meslehetî Ermenîyekan deşkêtewe, belam lewêda Kurdekan her gunahin. Yek şit zor girînge zorbey Kurdekanî dinya î her çuwar parçe be taybetî î naw wilat legel Ermenîyekan da hawsoz û dilxoş û riqyan le Azerîyekan e, lewê be pêçewaneye, lewê riqyan le Ermenî ye, Azerîyekanyan be lawe xoşewîsttire.

Qazî: Merheley dûwem yanî hatinî wecbey dûwemî Kurdekan bo Qazaxistan 1944 bûwe duwaye merheleyekî sêyemîşit bas kird ke de rastîda ew merheley sêyeme pêwendî heye be Nogornoqerbax û ewanewe.

Sîvan Se'îd: Belê, belam ew merheley sêyeme asantire wek ewey ke bigutrê malbatman heye le Qazaxistan, memaweyek heye lewê, ewane hêndêkyan be xwahîştî xoyan deron hêndêkîşyan tenanet bo bîznîsîş deçin belam îdî ew şwêne cê dehêlin, ew şwêney ke le rûy mêjûyiyewe pêy degutrê Kurdistana Sor, ew şwêney nawberî Ermenî û Azerîyekan ewê be tewawî cê dehêlin êsta ewê renge be tewawî Kurdî her lê nebê. Ewe le 1988 bo salî 1990 e. 

Qazî: Êsta ew grûpe Kurdane ziyatir le çend şwên hen?

Sîvan Se'îd: Be zorî le Almatîn, teqrîben êsta nîwey Kurdan le naw şar da dejîn. Egerçî çend sal berê heftawpênc le sedyan le gundekan dejyan. Ewe şitêkî calib heye ke hênawyanin duway çend salêk ke dewletî Sovyet ew kate le komarî otonomî Qazax rêgeyan pê deden ke be dilî xoyan bijîn. Delên kake ême le wilatêk dayn ke hemûy çiyaye be bê kanî û çiya najîn îcazeman biden biçîn lew şwênane dolêk bidozînewe bîkeyn be gundî xoman. Çendîn gundyan awa awa kirdûwe le sîfrewe ke bînîwyane. Hêndêk qisey tir heye ke Kurdekan boxoyan deylên belam piştrast nakrêtewe pêş ewey eman bigene ewê Qazaxekan neyan zanîwe çand û kiştukalî baş biken her tenya le ser xwardinî goştî heywanat û be taybetî perwerdey esp û manga jiyawin, yanî bes goştyan xwardûwe. Kurdekan destyan heye lewe da ke yarmetîyan dawin ke bilên şitêk heye çandinî genim û co zor asane yanî beşêk lew kultûreyan legel xoyan hênawe. Leber ewey zorîney Kurdekan çûnete derewey şaran lewê gundyan bo xoyan awa kirdûwe le nizîkî kanî û befr û ewe. Min bo xom çûmete gundyanewe le bin şaxêke wa dezanî Kurdistane. Şaxe û befre, yanî mangî şeş befrî têdaye. Û jiyanêkî zor Kurdewar dejîn. Yanî corêk le jiyanî nostaljiyan legel xoyan hênawe. Û hemû jiyanî rojaneyan Kurdî ye

Qazî: Yanî ew Kurdane le rûy mezebîyewe Kurdî êzêdîyan de nêw da nîye? 

Sîvan Se'îd: Nexêr sed le sed sunnîn belam jimareyekî kem zor zor kem renge bilêm kemtir le gundêk çend malbat hen Zazan. 

Qazî: Yanî be zimanî Zazayî qise deken?

Sîvan Se'îd: Belê zorbey here zoryan sunnîn û newed û heşt le sedyan Kurdî kurmancin.

Qazî: Ewaney ke le dêhatin diyare ziyatir be karî kiştukal û ajeldarî û merdarîyewe xerîkin. Dercey xwêndewarî çone de nêwyan da? 

Sîvan Se'îd: Min ew beşe naw denêm Kurdekan û Qazax, Kurdekan û dewlet. Rastî eger temaşay em 15 saley exîr bikey le 2005 bem dîwe da ke kiraneweyekî gewre le Qazaxistanîş rû dedat, hêndêk qanûnî bineretî degorê.

Qazî: Bibûre ewane le 37 û 44 û heta rûxanî sîstimî Sovyetî yanî helweşanî sîstimî Sovyet xawenî statusêkî taybetî lemerr xoyan nebûn. Wa nîye? Ew statuse duwaye peyda bûwe?

Sîvan Se'îd: Ew statuse le 95ewe, le 1997ewe teqrîben wirde wirde dewletî Qazax elê ba ême fire êtnîk bîn belam be naşnalîtêkî Qazaxî. Leber ewe rêge deden ke her kes her êtnîkêkî heye bîhênête ziman, le xwêndin da rêga deden dersî helbijarde hebê. Kurdekan bo xoyan mektebî xoyanyan heye yanî legor tuwanayî û qewetî xoyan eger etwanin bixwênin biron bixwênin, xotan mamostay xotan berhem bênin wate îktîfay zatî. Ewe le salî 1997ewe teqrîben tewaw cê degrê belam pêştir ewane bes wîstûyane bijîn. Belam be hewl û koşişî xoyan tuwanîwyane le malî xoyanda be zimanî Kurdî xoyan qise biken. Yanî hemû Kurdêk lewê teqrîben fire ziman e, yan sê ziman dezanê; Rûsî dezanê, lew wexte zimanî hemû Sovyet bûwe, Qazaxî dezanê û Kurdîyekey xoy le bîr nekirdûwe. Hez dekem lêre her bo webîrhênanewey apê Nadir şitêkî xoş bilêm ke ew le naw malbatî xoyanda, be taybetî le naw Kurdanî Almaytî witûyetî ême mecbûrîn be zimanî daykî xoman qise bikeyn le malewe tenanet wekû cokêk witûyetî min xom Rûsî nazanim. Le katêkda pirofêsor bûwe, witûyetî min Rûsî nazanim be mindalanî gutûwe ême hemûman mecbûrîn be Kurdî qise bikeyn emin bo xom Rûsî nazanim. Gutûyane be Rûsî qiset legel dekeyn gutûye min nazanim bes Kurdî dezanim. Rojêk çawyan lê bûwe be telefon legel Mosko qisey kirdûwe be Rûsî. Hêndêk mindal gutûyane xo ewe apê Nadir dezanê be Rûsîş qise bika, wtûyetî na min nazanim be Rûsî qise bikem belam ewe bereketî em telefûneye bes em telefûnem bedestewe bê detuwanim tozêk be Rûsî qise bikem ke damna dîsanewe zmanim her debêtewe be Kurdî.
Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.