10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (268)

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 12 Nîsan 2025 - 00:44

Forûmî Nêwneteweyî Sebaret be Da'eş le 'Amûdê (5)
Qazî: Statusyan çone, statusyan wekû yexsîrî cengin awa temaşa dekrên?

Sîvan Se'îd:Belê, esîrî herbin.

Qazî: Be pêy qanûnî nêwneteweyî.

Sîvan Se'îd: Belê. Esîrî herbin, le zemanî heribda gîrawin û le serûy eweşewe hendêk wilat hen nayan wênewe, hendêk wilatîş hen wekû Newziland, wekû Feland û hendêk wilatî tir hatûn mindalekan ebenewe. Tenanet hendêk wlatî asiyaş hatin mindalyan birdewe. Mindalekan ebenewe be hîsab xoyan rîhebîley ekenewe, leber ewey mindalîş bêgunah hîsab ekrêt, eyandenewe yanî QSD lewe da muşkîley nîye. Îdarey zatî elê başe. Belam ewaneyan ke fê'len mucrîmin û destyan le cerîmeyek da bûwe nabê birone derewe. Eger êsta bo nimûne kesêk cînsîyey Birîtanî yan Emrîkî heye le şer da gîrawe û destî sûre be xwên eger êsta Birîtanya bilê emewê bîbemewe QSD elê nexêr, ebê mehkeme bikrê lêre, curmekey çîye ekrê le wilatî xoy bîkêşê, bo numûne hukmekey bîst sal bê debê biçê le Birîtanya zîndanîyekey bikêşê. Belam ême pêwîstman beweye lêre 'edaletî xoman dabîn bikeyn beher semenêk bûwe, be her nirxêk bûwe.

Qazî: Kengê fikrî ewe heye ke ew mehkemane dest pê bika?

Sîvan Se'îd: Eger bext hebê û komelgay nêwdewletî beşdar bê her emro dest pê biken ba emro dest pê bikeyn. Belam bew şêwe asanîyeş nîye belam xebat boy berdewame, xebatî dîplomasî boy berdewame yanî girîngî ewey ke êsta le Rojawa deguzrê mamosta eweye ke le Rojawa xelik be cîdî xerîkî îşin bo binyat nanewey wilatêkî rûxaw û kawil ke êstaş hêşta be pêy qanûnî nêwdewletî û be pêy waq'î yasayîş ke lewê heye ew şwêne pêy ewitrê sahey şer war zone ye'nî ewê hêşta zonî şere belam ewan lew zonî şere da eyanewê binyat nanewe biken. Meselen êsta hendêk pare û support heye bo binyat nanewey Reqe û bo binyat nanewey Kobanê ke eçîte Reqe û Kobanê be sur'etî berq, be sur'et ebînî ke em hefteye le heftekey pêşû ciyaye xanû ziyadî kirdûwe, cade xoştir bûwe meselen. Emane ekrê xoşbextane be hoy bextî ew xakewe ke zor be pîte û awî Furatî lêye dayme kareba heye, bîst û çuwar se'atekey kareba û aw heye, ewe zor başe û xwardin û berubûmîş zor zor ziyatire lewey pêwîste û ekrê sadrîş bikrê. Belam dewrey gîrawe. 

Qazî: Dezanîn ke êsta wez' be tewawî sabît nîye. Dekrê bilêyn haletêkî bîlateklîfî heye. Başe le wez'êkî awa da gîrugriftî rojane çon cê be cê dekrê. Le layek kêşikêşan le gîrawan û pêrageyiştinyan ke hewil neden helên û le layek reftarî ew jiney basit kird ke dekrê şitêkî giştîş nebê. Ew meseley rehabilitation ke le layen deselatdaranî Kurd û hêzî kwalîsyonewe lew kempane dekrê be çi şêweyeke?

Sîvan Se'îd: Zor keme çunke îmkan zor keme û pêwîstî zore û QSD û îdarey zatî ke delên werin yarmetîman biden lew bareyewe. Çunke berastî nîrûyekî zorî dewê û ew şwêneş le şwênêk daye ke hêşta fermîyetêkî nîye û hemû rojê tehdîdî le sere. Ye'nî sibeynê eger Turkiya werê, ew îdarey zatîye mecbûre şitêkî serî' lewane bika ke xoy dilî nayixwazê û be temaş nîye bîka. Aya berelayan dekey ebnewe be Da'eş? Aya eyan kujî ke eme îşî ewan nîye, be temay eme nîn. Ye'nî boye be cîdî m'amele kirdinî nêwdewletî legell em wez'e da hem m'ameleyekî exlaqî ye û hem sur'etî pêwîste îdî her le rehabilitation î ew xelkewe basî bikrê heta ewey ke m'ameleyan bikrê û mehkeme bikrên pêwîstîyekî zor zor cîdî heye ke, eme hî galte kirdin nîye, pêwîste be cîdî bigîrê.

Qazî: Başe be boçûnî berêzit wekû însanêkî akadêmîk be rastî pêt waye ew alozîye çon detuwanî lêk deyewe? Le layekewe wextêk temaşay mêdyay Rojawayî dekey, be pêy ewey ke dewletekanyan lew rûberûbûnewey Da'eş da beşdar bûn bê roj biwêr le parlimanekan delêy, le konfiranse çapemenîyekan da delêy zor be Kurd heldelên ke Kurd wa qaremane, way kird û Da'eşî şikand, başe le ast wez'êkî awa da çone ke bêdengî heye? Kengê ew piroseye deyewê dest pêbika, çunke wa bizanim le mangî Awrîl bû ke rageyêndira Da'eş şikawe, lew demîyewe boçî dawa nakrê ke hengawî pêwîst helbihêndirêtewe?

Sîvan Se'îd: Min delêm heye, zor keme û le astî pêwîst da nîye. 

Qazî: Bo awa nerme, bo awa le serexo û be sistî derwate pêşê û heldesûrê?

Sîvan Se'îd: Detuwanim bilêm eger ew şiroveyey min qebûl bikrê belam renge hele bim. Dewletî Turkiya be rastî dewrêkî zor zor nêgatîv elîzê lew bareyewe. Ye'nî eyewê bilê nexêr ewaney ke ew esîraneşyan girtûwe ewane esîrn. Min gwêm le hendêk xutbey nafermî dewletî Turk bûwe, ewaney ke be nawî dewletî Turkiya yan le meslehetî ewan qise deken, tenanet le 'alemî 'Erebîş. Qise eken le ser ewe ke lewê facî'e rûy dawe, ewane xelkî gunah û bê dest bûn û Emrîka be teyare lêy dawin û nazanim le xwarewe têrorîstî markisî kuştûnî em core xîtabe ke Turkiya be karî dênê û ew hêze gewreyeşe Turkiya ke be rastî heta emroş Emrîka muxazeley deka be cêy ewe rast bilêt ew wez'ey ke heye xetayekî gewre heye ke êwen çunke min êsta lew sêntirî lêkolînewey Rojawa beşdar bûm û êstaş wekû beşêk le endamî ewan eger îş êkim bo bikrê bîkem, nizîkey sedan dokîwmêntî wazîh wekû rojî rûnak be desteweye ke hawkarî Turkiya legel Da'eş deselmênê, hawkarî AKP legel Da'eş meselen, emane be Englîzî terceme kirawin be Çînî terceme kirawe, be çendîn zimanî ciyawaz ciyawaz terceme kirawe dirawe be her kesêk ke eyewê bîbînêt. Dirawe be ew şwêne girînganey ke heye le her şwênêkî akadêmî yan dîplomasî yan wezaretekanî derewe. Hîç gumanêk nîye lem babete. Sabotaj kirdin mumatele û duwa xistinî em wez'e destêkî gewrey dewletî Turkî têdaye û bew asanîyeş nîye ke îtir Emrîka û Birîtanya û Feranseş ewe biken û yekêk le şite xirapekanîş bo ewan be rastî eweye ke ewan îdarey 'eskerî QSDyan qebûle, îradey 'eskerî QSDyan qebûle be şervan û aza û Da'eş şikênyan edene qelem belam îradey siyasî ew zêhnîyete tazeyey ke îdarey zatî eyewê bîhênête pêşewe û Rojhelatî Nawerastî pê bigorêt ewan eweyan qebûl nîye. Ewe yekêke le muşkîlekan ke nayanewê serkewtinêkî serî'î bew şêweye le meseley keysî Da'eş da tewaw bibê.
Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.