Konfiransî salaney MESA(4)
Qazî: Wa bizanim Dr. Serdarî Se'dî ke merdimnasêke le zankoy Torênto ewîş beşdarî kird bû.
Sîvan Se'îd: Belê heval Serdar beşdar bû. Wîstim ewe bilêm heqî ew hevalane nexom. Nizîkî bîst ta sî akadêmîsyenî Kurd, çabuk, lêhatû wekû berêz Dr. Mehmed Gurses, wekû kak Serdar wek cenabit gutit, wek edehem, kak Bêhnam mecmû'eyek xwêndkarî baş le her çuwar parçey Kurdistan beşdar bûn wekû akadêmîsyen, wekû mamostay zankoy wilatî ciyawaz ciyawazî dunya hatbûn ke ewe bo xoy gawêke ke rojane û salane emin detuwanim bilêm ke le salî rabirdûwewe le xwêndkarî dukturawe xerîkî ew wez'em debînim ke rojane akadêmîsyene Kurdekan û ew akadêmîsyenaney ke le ser Kurd îş deken eger xoyan Kurdîş nebin le her şwênêkî dîkey dunya da rojane ziyad deken û ew mijarane wirde wirde şiklî xoy degrêt. Îdî wirde wirde etuwanim bilêm dergay ewe kirawetewe ke bo dunyay akadêmî Kurdîş îdî lew qawxe derdeçîn, lew berge derdeçîn ke aya ême be tehekumêkî pêşînewe temaşay ewe bikeyn belkû etuwanîn ême akadêmîsyen tozê xoman kenargîr û abstraktîş bikeyn lewey ke ême Kurdîn yan na. Temaşay mijarêk bikeyn û le buwarî akadêmîyewe helî bisengênîn û qisey le ser bikeyn wehay lê bêt wekû ew wilataney tir ke zurbeyan detuwanin rexne le wilatî xoyan, le tevgerî xoyan, le şwênî xoyan bigrin wirde wirde pêm waye eme şikil degrê û baştir û baştirîş debêt. Emin way debînim.
Qazî: zor wêdeçê le ber ewey ke ew komele û ew zemîney bîrdozîyey ke lew halete da durust debê be lêkolînewe û ew şitane pêwendîyş peyda bikatewe be siyasetî derewey Emrîka le pêwendî legel rojhelatî nawerast da û be taybetîş le yek salî rabirdû da ke îdarey Emrîka gorawe. Le munaqeşekanî dewr u berî konfiransewke lew sê çuwar rojey da legel zanakanî dîke yektirîtan dedey, qisetan alugor dekrid le pêwendî legel siyasetî îdarey nwêy Trump û be taybetî boçûnî bo ser meselekanî rojhelatî nawerast, ew şeraney ke le wilatanî cor be corî rojhelatî nawerast da le ara daye dîtnekan ziyatir çon bûn?
Sîvan Se'îd: Rastî yekêk le muşkîlekanî akadêmîsyenekan eweye ke hemû şitêk lew wez'ey xoyan dezanin. Le gêtoyek dan, le naw çuwar dîwarêk dan ke lew babete piçûke zor teskey xoyan hemû şitêk dezanin belam kemtir le şitekanî bew latirewe dezanin, leber ewe wextêk eto wekû xebîr le babetêk da lewê dewestî, çuwar kesî dîke hez deken gwê le to bigrin şityan pê bilêy nek ewey ke wa bizanin ebê munaqeşe bikey. Ye'nî dîsanewe munaqeşekan bo red danewe û bînşî ciyawaz ciyawaz ekewêtewe naw dayre piçûkey ke her yek lew komele xelke le naw heman çuwarçêwe dan xoyan be xebîrî heman mesele dezanin û bînşî ciyawazyan heye. Ye'nî meselen eger min kesêkim bînîwe le ser Xelîcî Fars û rewşî kemîne lew wilate da le Belûçistan û le Iran, be taybetî le ser Belûçekan îş deka, le Pakistan û Iran îş deka me'lûmatêkî zor zor kemî heye le ser Kurd meselen yekêk lew pirsiyaraney ke bo min zor calibe pirsyarî le min kirdûwe renge meseleke ewe bê ke xoy backgroundî şî'eşî heye elê boçî le Iran xelik dijî dewlet şer nakat keçî le Turkiya xelik dijî dewlet şer eka, leber ewey ewan sunnîn û Erdoxanîş yekêke le seroke meznekanî Sunne? Eme akadêmîsyene belam lem bûware da agay le hîç nîye, ke ta ewêye pirsyarekey şeloye, yanî eme rexneyeke le akadêmîsyenekan. Xo eger min pirsyarêk durust kem be zor bo xom le ser rewşî Belûçistan renge emin pirsyarekem lemey ew bê me'natir bêt. Lew barewe etuwanim bilêm bêcge lewey ewaney think tank be hedefewe dên bo babetêk we lewê dadenîşn bo ewey ewe bizanin me'lûmatyan heye le ser heman babet qise le her babetêkî tirewe bibîstî me'nayekî wa nabê.
Qazî: Ca eger ewe rebt bidey be boçûnyan sebaret be siyasetî nwêy Emrîka.
Sîvan Se'îd: Lew bareyewe meselen emin qise bikem le ser Robert W. Olson yekêke sî sale kitêb enûsê le ser meseley Kurd û çendîn kitêbî calib calibî heye. Yekêk le wane Michael Gunter ke şeş kitêbî teqrîben ewende kitêbey nûsîwe. Ewane ke le wên to gwê bigre bizane ewan çi delên. Heyane le dewletewe nizîke agay le siyasetî dewlete, heyane zor akadêmî ye, heyane expire bûwe nazanê dinya êsta be dest kêye, update nabêtewe, belam komelêk me'lûmatî heye. Lew bareyewe etuwanim bilêm ewey ke ewan pêyan waye îdarey trump îdareyeke ke had e û bêjim çîye straight forward, be pele û rasteurast eyewê ewe bikat. Bo numûne cêy şoke bo ewey ke ewan bew şêweye bînîyan ke le duway ewey Obama gora Trump hat ew hawkarîyane bo Rojaway Kurdistan be şêweyekî zor ziyad ziyadî kird û mehmakan Turkiya pêy naxoşe belam dewletî Emrîka yarmetî Rojawa û Kurdekanî Rojawa edat egerçî hawrêy PKKeş bin bew me'nayey ke emro witra [mebestî lem konfiranseye ke le parlimanî Urûpa le Bruksêl bûwe]. Eme meselen babetêke bo hendêkyan calibe, bo hendêkyan hîç calib nîye le ber ewey pêyan waye ew însitîtûşne ke pêy ewtirê Emrîka xoyan îş eken. Lew babete da min wa nazanim gorankarîyek hebê her ew dû buware kilasîkîye heye bo hemû administrationêk ta êsta min bîstûme emcareş her wa lew munaqeşatane bîstibêtim eweye ke ew Emrîka enîstîtûşnêke, desgayekî benawbange xerîkî îşe be gorînî mirovekan nagorê be Obama be Trump ya be 'eksewe nagorêt, belkû emeye. Le layekî dîkewe nexêr serok xoy îşî heye û pêntagon deseatî heye u ew şitane kirawe rebtî bewewe heye ke komarîyekan le ser dewletin û Trump boxoy hezî lew core eweye ke ew îşe straight forwardane, raste rastane bikat nek ewey ke wekû Obama deykird. Her dûyan lewên lecên belam hîçîşyan bew tewawîye natuwanî to mutemesîk bî pêyanewe.
Qazî: Yek meseley ke serincî zor le çawedêr û rojnamenûs û pisporî kar û barî bilêyn siyasetî derewe be taybetîş le pêwendî legel Emrîka da serincyan radekêşê eweye ke dijlehevî û dijayetîyekî zor le helwêst da debînin. Bo wêne le layek ra debînî le ber firoştinî çek û nexşêkî ke 'Erebistanî S'ûdî le barî nerîtîyewe heybûwe le Emrîka nizîk bûwe, lew pêwendîyane da lew çuwarçêwaneş ke 'Erebistanî S'ûdî dergîre Emrîka be şêweyek le şêwekan piştîwanî lê deka belam le layekî dîke her lew çend rojî rabirdû da yanî em rojey ke bernamekeman aste dekeyn, ew mewqîfey ke Trump boxoy girtûyetî, boçûnî sebaret be şarî Quds ya Urşelîm ew corey ke cûlekekan pêy delên ke Israel ewêy be paytextêkî ebedî nêwzed kirdûwe u ewe hetmen debête hoy rêakisyon û kardaneweyek le dunyay 'Ereb û tenanet 'Erebistanî S'ûdîş. Ew meselane hêndêk legel yektirî naxwênêtewe boye ew pirsyarem kird.
Sîvan Se'îd: Yek şitî zor calib emewê bilêm, yekêk le pirofêsorekan emewê rêfrênsî bikem bo ewey nelên qisey xome. Pirofêsor Mehmed Gurses şubhandinêkî zor cuwanî kird bewey ke hendê action heye hem dewletekan, hem na dewletekan, rastî reactionî wî le ser babetekey min bû ke qisem le ser aktirî dewletî û nadewletî kird le Sûriya ke êsta aktre nadewletîyekan be hêzin. Corêk le action heye ke Trump bîka ya aktirêkî nadewletî bîka wekû be îngilîzî shower yanî wekû lêzme baranêk, lêzme baranêk dêt û derwa yanî tesîrêkî zorî nabê. Legel ewe da eger lafawêk bêt, renge bo salan to bibînî hêşta tesîrî ew lafawe mawe, gundêkî birdûwe, şarêkî wêran kirdûwe. Ew meselane ke dwênê Trump elê başe ba Qudis îtir, lemrowe ême ew biryareman dawe û wext hatûwe bo ewey ew biryare bideyn corêke le rêakisyon, rêaksonêkî ewey ke eyewê destekêkî wazîh bida be Israel û be 'Ereb bilê biçnewe cêy xotan meselen belam min lew bawere da nîm êsta eger rey min bilêy bo numûne le ser ew wez'ey ke kirawe tesîrêkî gewre bika ne le dinyay 'Ereb, ne le Turkiya beder le mecmû'eyek qise û mehfûzat ke eylên û qise eken le ser têlêvîzyonekanyan şitêkî gewre nabê. Bo numûne be hoy ewe newtî 'Ereb baykot nakrê, 'Ereb newtî xoy nawestênê dijî ew meseleye, hêrşêk bo Israel nakrêt.
dirêjey heye…