10 salin nekarîn kargehekê çêbikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 26 Çile 2024 - 03:25

Navçeya Koye yek ji wan navçeyên Herêma Kurdistanê ye ku rojane herî zêde zibal lê tê berhev kirin. Beriya 10 salan Hikûmeta Herêmê biryar da kargehek ya vegerandina zibalê û bermahiyan li Koye ava bike. Lê heta niha ev biryar li ser kaxezê maye û di pratîkî de ti pêngav nehatine avêtin. Jîngeh parêz Qasim Mihemed Emîn diyar kir komkirin û avêtina bi vî rengî ya ku niha li Koye tê kirin, metirsiyek mezin dixe li ser jiyana xelkê û got:“Ji aliyê kîmyawî û biyolojî de metirsiyek mezin bi xwe re tîne. Ji ber ku beşek ji bakterî û vîrûsan ji van paşmahiyan çêdibin û dibin sedemê belavbûna nexweşiyan. Ji bilî wê jî dîmenê xwezaya deverê xira dike. Hikûmet jî ti giringiyê bi parastina jîngehê nade.” Qasim Mihemed destnîşan kir ku ger bi awayekî bi tendirust zibalên nava bajêr neyên komkirin, wê bandorek xirab li ser siberojê çêke.

Ehmed Aso jî da zanîn ku divê xelk di parastina jîngehê de hişyar bin û got:“Erkê hikûmetê ye jî zibalên heyî bi awayek zanistî kom bike û bikar bîne. Lê hikûmet gelek xemsare, tevî ku beriya bi salan biryar hatibû girtin jî lê heta heta niha hikûmetê nekariye kargehek ya vegerandina zibalê li Koye ava bike. Ev jî ji ber nakokiyên siyasî, du îdareyî û nebûna darayî ye.” Di derbarê mijarê de Serokê Şaredariya Koye Mihemed Mîr Hac ji Rojnews re got: “Em niha hewl didin bi rêya wezareta şaredariyê, aliyên weberhênan û şirketa ku berê karê paqijiyê û çêkirina kargeha vegerandina zibalê girtibû ser xwe vê kargehê avabikin. Her çiqas diviyabû beriya deh salan ew kargeh bihata avakirin, lê hikûmet û şirketa Pape Grup xemsar nêz bûn û hewldanên cidî nekirin ku kargehê avabikin. Niha jî nêzî saleke şirketeke din erkê paqijkirina navçeyê girtiye ser xwe. Lê li gor lihevkirina vê şirketê ya li gel hikûmetê, çêkirina kargeha vegerandina zibalê di peymana wan de nîne.’’

ROJNEWS/KOYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.