Weke malê li ber avê çûyî

Nûçeyên Çand/Huner

În 30 Cotmeh 2020 - 03:56

  • Zimanê wê heta mirov bibêje bes, besît e, bi hestan zelûl nebûye û rexneyê li xwe jî digire. Dibe ku ji wê be ku rexneyên destpêkê yên li kitêbê hatin girtin, dibêjin, ew xwe digihîne dilê xwendevanan.

"Kurê li peravê" êdî bi Elmanî ye jî. Meta Alan Kurdî, Tima Kurdî kitêbek li ser wî û bûyerên beriya û piştî miriona wê nivîsîbû. Ev kitêb bi Ingilîzî hatibû belavkirin. Niha weşanên Assoziation A bi wergera Lilian-Astrid Geese ev kitêb bi Elmanî bi navê "Der Junge am Strand (Kurê li peravê)" çap kir.
Alan Kurdî kurê ku hîna 3 sal nekirine yê ji Kobanê, gava ku ji Egeyê dibihurî, ji ber ku bota tê de qulibî, xeniqî. Bedena wî ya piçûk û ruhjêçûyî 2´yê Îlona 2015´an li peravê dabû. Malbata wî jî ji ber DAIŞ´ê reviyabû. Alan Kurdî li dinyayê hemûyî bû sembola êş û azarên penaberan û hovîtiya wan kelehên li dijî penaberan li Ewrûpayê avakirî.
Meta wî, Tima Kurdî bûyerên beriya xeniqîna Alan û piştî wê kirin kitêb.
Abdullah, bavê Alan ji xwişka xwe Tima re dibêje, "Yê ku bi şekalên me nemeşe, nikare ji êşa me fêm bike." Kitêb ji bo ku xelk bi şekalên wan bimeşe belkî hatiye nivîsîn.
Tima û Abdullah ji 6 xwişk û birayên maleke ji Kobanê ne ku ji mêj ve li Şamê bi cih bûne. Tima sala 1992´yan koçber bûye, berê xwe daye Kanadayê. Wê bi navê kitêba xwe xwestiye di cih de mirov li wî dîmenê Alan bifikire. Alan ê hîna 3 sal nekirî yê bêruh li peravê xistî.
Alan wê şeva ku 1'ê Îlona 2015 diqulibî 2´yê Îlonê, tevî dê û bav û bira li boteke piçûk siwar bûbû, li aliyê Tirkiyeyê yê Behra Egeyê. Dixwestin xwebigihînin girava Kos a Yewnanistanê. Lê ya wan neçû serî. Gava ev bota hanê qulibî, dê û bira jî tevî Alan mirin. Tenê bavê wî, Abdullah sax filitî. Lê wêneyê bedena Alan ê hîna 3 sal nekirî, ji hewarên heyî hemûyan bêhtir xwe gihand mirovan; û êş û azara penaberan jî bi dinyayê gihand.

Ji malekê tenê Abdallah filitî

Tima meta Alan e, xwişka Abdullah e. Tima ne nivîskareke wêjeyê ye. Jixwe, ji ber wê nabe mirov kitêba wê bi rexneyeke wêjeyî bixwîne. Tima li ser wê yekê dinivîse ka mirov piştî felaketeke wisa çawa dijî. Lê ew her wiha behsa wê yekê jî dike ka çima mirov tevî ewqas tehlûkeyên heyî jî berê xwe didin Ewrûpayê.
Tima bi xwe kuaforek e li bajarê Kanadayê Vancouverê. Ew dibêje… Tenê behsa serpêhatiya malbatekê dike. Zaroktiyeke xweş a li Şamê, bêhna gulsosin û darên zeytûnan ên Kobanê… Ew behsa şahiyên malbatê, hewandina mêvanan, dilsoziyê dike. Lê ew behsa şerî jî dike, behsa DAIŞ´ê, mirina Alanî û krîza wê bi xwe ya piştî mirina herdu birazîkên wê.

Tenê serpêhatiyê dibêje

Ji ber wê kitêb ji berhemeke wêjeyî û wêde, bi karekî din radibe: Kurê li peravê, dibe rûyek, dibe serpêhatiyek ji bo wan statîstîkên li ser penaberan, mirina wan û hejmarên wan; mirov wê bixwîne, rûyekî wan minaqeşeyên di siyaseta li welatên rojavayî de çêdibe. Ew minaqeşeyên ku penaberan weke barekî ji sîstema siyasî re û weke barekî ji abora navmalê re dibînin.
Zimanê wê heta mirov bibêje bes, besît e, bi hestan zelûl nebûye û rexneyê li xwe jî digire. Dibe ku ji wê be ku rexneyên destpêkê yên li kitêbê hatin girtin, dibêjin, ew xwe digihîne dilê xwendevanan. Nivîskar lê mikur tê ku alîkariya wê ya bi malbata wê ya li Kurdistan û Sûriyê re ji malbata wê ya li Kanadayê re bûye barekî madî û manewî, heta siheta wê jî xira kiriye. Em ji kitêbê hîn dibin ku ew heta îro bi xwe jî xwe bi xwe tohmetbar dike, ji ber ku wê pere ji birayê xwe re şandine. Bi van pereyan birayê wê heqê qaçaxçiyên mirovan da; yên ku diviya malabata wê bibira aliyê Yewnanistanê yê behrê.

Bi êş û şînê dadikeve

Xwendevan hîn dibin ku van bûyerên trajîk kiriye ku weqfek ji bo alîkariya zarokên penaber bê damezrandin. Lê dîsa jî ya ku di kitêbê de herî zêde tesîrê li mirovan dike, şîn û keder e: Abdallah ê di qezayê de saxfiltî, hê jî çend lîstokên ji ber zarokên wî mane, bernade. Bernade, da ku tiştekî piçûk jî be ji malbata xwe di destê xwe de bigire.
Kitêba Tima Kurdî, bi navê Elmanî "Der Junge am Strand: Die Geschichte einer Familie auf der Flucht" derketiye. Lilian-Astrid Geese ji Ingilîzî wergerandiye. Weşanên Assoziation A ya li Berlînê jî ew li ser 247 rûpelan çap kiriye.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.