'Qeyûm nîşaneya cihêkariyê ye'

Sêşem 5 Mijdar 2024 - 18:00

  • Nivîskar û Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku  bi tayinkirina qeyûman tê xwestin cihêkariyek derkeve holê û got:"Kesên ku dixwazin qada tevgera siyasî ya kurd sînordar bikin serî li nelirêtî û nehiqûqiyê didin. Tayinkirina qeyûman a li Colemêrg, Eseyurt, Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê jî vê yekê nîşan dide. Ev di heman demê de hewldana mehkûmkirina kurdan a newekheviya civakî û aborî ye. Ev zihniyeta ku parvekirina civakî laîkî kurdan nabînin di heman demê de nîşaneya cihêkariyê jî ne." 

ROZA METÎNA/ AMED 

Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Êlih, Xelfetiyê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de qeyûm tayîn kir. Polîsan di saetên serê sibehê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Di heman demê de 4'ê Mijdara 2016'an salvegera darbeya siyasî ye. Berxwedan û têkoşîna Gelê Kurd a li dijî tayinkirina qeyûman dewam dike. Tevî êriş û mudaxaleya polîsan jî Gelê Kurd daket qadan û nerazîbûna we ya li dijî xespkirina îradeyê nişan dan.

Têkildarî mijarê Nivîskar û Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz nirxandin kir.

'Divê qeyûm biçin'

Hakan Tahmaz da zanîn ji bo demokrasiyê divê qeyûm biçin û wiha got:"Tifaqa AKP-MHP'ê rejîma xwe li ser esasên navendîbûnê ava dikin. Loma girtina ji peywirê ya rêvebirên herêmî yên kurd a bi çarçoveya 'têkoşîna bi terorê re' derket pêş. Lê belê paqijbûyina rêveberiyên herêmî ya ji qeyûman a li bajarên kurdan ji bo pêşketina demokrasiyê girîng e. Ji bo bihêzbûna demokrasiyê, aştiyê fersendan pêşkêş dike. Ji bo pêşketina demokrasiyê divê qeyûm biçin."

 

'Qeyûm nîşaneya cihêkariyê ye'

Hakan Tahmaz da zanîn bi tayinkirina qeyûman tê xwestin cihêkariyek derkeve holê û wiha pê de çû:"Kesên ku dixwazin qada tevgera siyasî ya kurd sînordar bikin serî li nelirêtî û nehiqûqiyê didin. Tayinkirina qeyûman a li Colemêrg, Eseyurt, Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê jî vê yekê nîşan dide. Ev di heman demê de hewldana mehkûmkirina kurdan a newekheviya civakî û aborî ye. Ev zihniyeta ku parvekirina civakî laîkî kurdan nabînin di heman demê de nîşaneya cihêkariyê jî ne." 

 Kilîda pêvajoya aştiyê

Hakan Tahmaz bi lêv kir ku gotinên Abdullah Ocalan nîşan dide ku wê kilîda pêvajoya aştiyê çawa vebe û wiha pê de çû:"Niha ji bo pêvajoyeke aştî, çareserî û muzakereyê em serdemeke dûr dijîn. Kesên aştiyê dixwazin divê ji bo derbasbûna asta diyalog û muzakereyê dengê xwe bilind bikin. Hevsengiya di dema muzakereyê de nêzîkatiyeke jêneger e. Lê em ne di wê radeyê de ne. Ji bo diyaloga aştiyê, derbasbûna radeya muzakereyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan planek pêşkêş kir. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan dema çû hevdîtinê Abdullah Ocalan got, 'Heger şert û merc bên avakirin, ez dikarim pevçûnan bikişînim ser bingeheke siyasî. Di vî warî de xwediyê hêzeke pratîk û teorîk im.'Ev hevok jixwe kurtasiya wê planê ye. Ev gotin nîşan dide ku wê kilîda pêvajoya aştiyê çawa vebe. Anîna pevçûnan a li ser bingeheke siyasî ji bo çareseriya meseleya kurd jî girîng e. Avakirina şertên Ocalan dibêje xwediyê girîngiyeke krîtîk e."

Têkoşîna li dijî qeyûman

Hakan Tahmaz bal bir ser têkoşîna li dijî qeyûman û wiha dewam kir:"Têkoşîna li dijî qeyûman encax bi bilindkirina daxwaza aştiyê pêk were. Divê civaka tirk bi hemû astên realistiya Gelê Kurd bê rû hev. Divê di vê çarçoveyê de em bi perspektîfeke çareseriya pevçûnan bikevin nava tevgerê. Ev di heman demê de tê wateya banga pakbûna ji xelitiyên pêvajoya çareseriyê ya 2013-2023'yan. Her wiha tê wateya banga ji bo tiştên di wê demê de hatin kirin ji ber çavan bên derbaskirin."

 'Divê em ji hêza aştiyê bawer bikin'

Hakan Tahmaz bi lêv kir ku aştî pêwistiyek e û wiha bi dawî kir:"Divê em ji ramana aştiyê û hêza 'doza' wê bawer bikin. Ev têra xwe teşwîq dike ku meriv gav bavêje. Aştî bi baweriya ji AK Partî, MHP û kesekî din nayê parastin û pêvajoya aştiyê nayê meşandin. Baweriya me ya bi mafê aştî, fikir û dozê bes e."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.