
- Endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Meryem Şaîr, da zanîn ku qetilkirinên jinan roj bi roj zêde dibin û ev di encama polîtîkaya dewletê de pêk tê.
Jin li dijî zîhniyeta serdest a mêr bi salane têdikoşin. Jin ji bo jiyana xwe bidomînin têdikoşin û desthilatdarî li dijî vê têkoşînê qanûnên heyî pêk nayne û bi polîtîkayên bêcezahiştinê gumanbaran xurt dike. Jin li dijî van polîtîkayan li her qadê xwe rêxistin dikin û têdikoşin. Endama Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Meryem Şaîr der barê qetilkirinên jinan de axivî û got sedema vê polîtîkayên ku dewlet pêk tîne ye.
Meryem Şaîr di axaftina xwe de da zanîn ku qetilkirinên jinan roj bi roj zêde dibin û ev di encama polîtîkaya dewletê de pêk tê. Meryem Şaîr wiha domand: “Polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê dide gumanbaran. Di vê pêvajoyê de qetilkirinên jinan didomin û dewlet di alî pêkanîna qanûnan de sererastkirina qanûnan de tu tiştekî nake.”
Meryem Şaîr di dewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku diyanet der barê jinan de fetvayan dide û bi armanca bikaranîna baweriya kesan, zextan li ser jinan zêde dikin.
Meryem Şaîr destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê bi jinan dikare xurt bibe û wiha dawî lê anî: “Wê têkoşîna me bidome. Kirdeya Aştî û Civaka Demokratîk jin in. Em wek rêxistibûna jinan a di hişmendiya vê de, dizanin ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê pêşî li qetilkirinên jinan bê girtin û ev jî bi xurtbûna sazî û rêxistinên jinan pêkan e.” JINNEWS/STENBOL/EVÎN ÇÎFTÇÎ















