Lêkolînek nû ku li ser bingeha daneyên genetîkî û lêgerînên arkeolojîk derketîn holê destnîşan dike, dibe koka zimanê mirovan herî kêm bigihije 135 hezar sal berê.
Nêzîkî 230 hezar salin Homo Sapiens li ser rûyê erdê hene, lê pirsa ka kengê ziman pêşketiye demek dirêje zanyaran mijûl dike. Li gel ku fosîlan, karên hunerî yên sembolîk û vedîtinên arkeolojîk li ser vê mijarê nîşaneyên cuda pêşkêş dikin jî, tîmek bi serokatiya Profesor Shigeru Miyagawa ji Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts (MIT) bi riya analîza genetîkî îddîayek balkêş derbarê koka ziman de avêt holê: Dibe ku dîroka zimanê mirovan herî kêm 135 hezar sal beriya niha be.
Miyagawa û tîma wî kromozoma Y, DNA ya mitokondrî û tevahiya genomê ji 15 lêkolînên genetîkî yên ku di 18 salên dawî de hatine weşandin analîz kirin. Ev daneyane serdema ku komên mirovî yên destpêkê ji hêla erdnîgarî ve ji hev veqetiyan, wek nêzî 135 hezar sal berê vedibêjin. Miyagawa dibêje; “Gger ev cudahî di wê demê de çêbûbe, diviyabû mirov di wê demê de xwediyê ziman bûya.“ Li gorî lêkolînê, rastiya ku hemû civakên mirovî bi zimanî ne û ziman xwedî taybetmendiyên hevparin, di pêşveçûna ziman de destpêkek hevpar destnîşan dike.
Şopên raman û zimanê sembolîk
Di qeydên arkeolojîk de, dîtinên li ser ramana sembolîk a taybetî ya Homo Sapiens ya nêzî 100 hezar sal berê balê dikişîne. Nimûneyên geometrîkî yên xêzkirî, boyaxa ku di xemilandinan de têne bikaranîn û tiştên ku ramana razber nîşan didin, derdixe holê ku ziman ne tenê wekî jêhatinek ferdî, di heman demê de wekî amûrek ragihandina civakî jî pêşketiye. Miyagawa tekez kir ku dibe ku ev çalakiyên sembolîk di pêşketina ziman de bibe xalek zivirînê û wiha got: “Ziman pergalek bêhempa ye ku dihêle ku ramanên tevlihev derbixin û wan ji kesên din re ragihînin. Ev yek di ti cureyên din de nayê dîtin.”
Ziman çawa şêwe dide tevgera mirovan?
Yek ji hev-nivîskarên lêkolînê Ian Tattersall, di wê baweriyê deye ku ziman ne tenê navgînek ragihandinê ye, di heman demê de hêzeke ku tevgera mirovan diguherîne ye. Miyagawa jî vê nêrînê parve dike: “Ziman ji bo derketina reftarên mirovî yên nûjen katalîzatorek bû. Ew nûbûn lezand, fêrbûn hêsan kir û rê da ku zanîna çandî ji nifşek derbazî nifşek din bibe.” Lê, hinek zanyar difikirin ku pêşketina ziman di pêvajoyek hêdîtir de, bi pêşketinên çandî yên wekî çêkirina amûr û rêxistina civakî re, pêk hatiye.
Di siberojê de çi tê hêvî kirin?
Miyagawa diyar dike ku li ser koka ziman ev lêkolîn, tenê destpêkeke. Hîn zêdetir daneyên genetîkî, vedîtinên arkeolojîk û vekolînên zimannasî, geşedana ziman ku yek ji taybetmendiyên herî bingehîn ên mirovahiyê ye, bi zelalî dikare were ronî kirin. Di kovara Frontiers in Psychology de lêkolîna ku bi nivîsa dibin sernavê ‘Qabiliyeta ziman 135 hezar sal berê di nifûsa Homo Sapiens de hebû’ hatiye weşandin, bi nêzîkatiya xwe ya tevayî ku genetîk, arkeolojî û zimannasiyê li hev dike balê dikişîne.
Ev perspektîfa nû ya li ser koka zimanê mirovî hem di cîhana zanistî de hem jî di nav kesên ku dixwazin dîroka mirovahiyê fam bikin de heyecanê çêdike. Lêkolînên pêşerojê dibe ku hîn bêhtir hûrguliyên vê rêwîtiya nepenî eşkere bikin.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN