Gulana zimanê Kurdî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 6 Gulan 2025 - 00:49

ONDER AKBULUT / AW / AMED

Saziyên zimanê Kurdî û partî û dezgehên Kurdan bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di 3yê Gulanê de li Parka Koşuyolûyê ya navçeya Rezanê ya Amedê deklarasyona 15ê Gulanê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve kir. Endamên saziyan diyar kirin ku dê îsal Cejna Zimanê Kurdî bi bernameyên dewlemend pîroz bikin û hewl bidin her rojê ji bo zimanê Kurdî bikin wek cejn. Rêveberê Komeleya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER)ê Musa Şanak ê ku 30 salan li girtîgehê mabû, li ser rewşa zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên zimanê Kurdî axivî.

Musa Şanak da zanîn ku dema behsa pirsgirêka Kurd tê kirin di destpêkê de înkar û tunehesibandin e, qebûlnekirina zimanê kurdî û nasnameya Kurdî ye û got: “Loma îro em wek daxwazeke sereke ya neteweyî dibêjin statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî. Em dixwazin bi vê şiyarê wekî pêvajoyekî ji serê gulanê heta dawiya gulanê 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin. Mebesta me ew e ku em kurdî bikin rojeva tevahiya civakê. Ji ber ku ev daxwaz daxwazeke neteweyî ye. Ziman nasnameya neteweyî û hebûna neteweyî ye. Tenê bi têkoşîna dilxwazan ev daxwaz pêk nayê. Lazim e civaka me hemû ji vê daxwazê xwedî derkeve, bi vê daxwazê cejna zimanê Kurdî pîroz bike. Bi rastî jî vê rojê bikin cejnekî.”

‘Rewşa Kurdî li Bakur mijara xemgîniyê ye’

Musa Şanak diyar kir ku rewşa Kurdî îro li bakurê Kurdistanê çi Kurmancî çi Kirmanckî mijara xemgîniyê ye û axaftina xwe wiha domand: “Lêkolînek hatibû kirin; zarokên ku emrê wan di bin 10 salan de yên ku li mala xwe bi Kurdî diaxivin rêjeya wan ji sedî 8 e. Bi rastî jî ev xetereyeke mezin e. Em hêvî dikin bi vê şiyarê, di vê cejnê de ev rewş bibe rojeva tavahiya civakê û her kes li hebûna xwe, li nasnameya xwe, li zimanê xwe xwedî derkeve.”

‘Têkoşîna ziman xwedî lê derketina banga Ocalan e’

Musa Şanak diyar kir ku ew ji niha ve cejna zimanê kurdî li hemû Kurd û Kurdistaniyan pîroz dikin û got: “Banga me ew e ku em her rojê wekî cejna zimanê kurdî pêşwazî bikin. Wekî di deklarasyonê de jî tê gotin; ‘Her Dem Kurdî Her Derê Kurdî’. Di serî de jî di malê de bi Kurdî bijîn, bidin jiyîn. Daxwaza me ew e ku di serî de qada siyasetê ji ziman xwedî derkeve, tenê bi gotinê na. Parastina zimên, li zimên xwedîderketin bi axaftina Tirkî, bi zimanê serdestan pêk nayê. Hemû qad gere têkoşîna zimên weke berpirsyariyeke sereke bibînin. Weke mijareke sereke ya têkoşîna sereke ya civakî bigrin dest. Daxwaz û hêviya me ev e. Divê tenê berpirsyariya dildarên zimanê Kurdî, berpirsyariya çend komeleyên çand û zimên nebînin. Çunkî ziman zimanê neteweyî ye. heke mebesta me yekitiya neteweyî be, bingehê yekitiya neteweyî jî ziman e. Xala me ya hevpar ya hemû rêxistinên cuda, fikrên cuda, tevgerên cuda ziman e. Îro heke piştî banga Rêberê Gelê Kurd rê li ber yekitiya neteweyî vebûye û ji bo aştiyê hewldana vekirina rêyekî heye, bi ya min rêyeke vê jî xurtkirina têkoşîna zimên e. Hek em dixwazin li vê bangê xwedî derkevin, pêwistiyên wê di pratîkê de pêk bînin gere em li zimanê xwe xwedî derkevin. Em têkoşîna zimên bilind bikin ev ê him rê li ber yekitiya neteweyî veke, him rêxistinbûna me xurtir bike. Ev ê bibe bersiveke xurt, xwedîlêderketineke xurt ya banga Rêberê Gelê Kurd.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.