Zarok TV 10 salên xwe temam kir!

Çarşem 12 Adar 2025 - 17:30

  • Zarok TV, 10 sal berê roja Newrozê, dest bi weşanê kir û gotin “Em wekî dîyarîya Newrozê dest bi weşanê dikin û êdî hemû zarokên cîhanê li çi temaşe dikin, çawa kêfê dikin; di qada me da, zarokên kurd jî dê ji heman derfetan sûdê wergirin.”

Zarok TV 10 salên têr û tijî derbas kir. Tevî di sala 2016an de bi KHKê demek kurt girtî jî ma, lê li ser nerazîbûna siyasetmedar û gel desthilat neçar ma ku biryara girtinê bi paş ve bikişîne û TV carek din ji nû ve dest bi weşana xwe kir.

Rêveberê Zarok TVyê Îbrahîm Yildirim têkildarî armanc û xebatên Zarok TVyê de axivî.

Îbrahîm Yildirim da zanîn ku ew weke xebatkarên Zarok TVyê bi armanca ku zimanê dayikê bi form û taybetiyên xweser bigihînin zarokên Kurdan dest bi vê xebatê kirine û got; “Di vê pêvajoyê da me hewl da ku li hemberî hemû zor û zehmetîyan em pergaleke ku pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dikin ava bikin. Serdema ku me dest bi vê xebatê kir hin tecrubeyên weşangerîyê hebûn. Lê ji ber ku mijara weşana me zarok bûn hin pêdiviyên nû derketin pêş. Ev pêdivî bi gelemperî derbarê bingeha teknîkî, pêşketin û derûnîya zarokan da xwe li ser me ferz kirin. Bi awayekî din em dikarin bibêjin ku pêdivîya me bi tîmeka têr û tije û ekîpmanên pêşketî hebûn. Di vî warî da hîn jî hin kêmasî hene. A rast berîya 10 salan em bê tecrûbe bûn û me bi qasî qeweta xwe rêyek danî ber xwe. Di destê me de vîn û bawerîya me hebû ji ber ku wekî tîm em hemû mexdûrên tunebûna qadên zimanê dayikê bûn. Lewma xebateka bi vî rengî bi awayeka din şerê me yê bi bermayîyên zaroktîya me ra bû. Em hemû heval bi vê vîn û bawerîyê li hev civîyan. Lewma hem ji alîyê teknîkê hem jî ji alîyê fikir û ferasetê ve pêvajoyeka bi hêz û afirînerî xwe ferz dikir. Ji ber ku ev xebat cara yekem bûm û li ser koka xwe şîn bû. Di gelek alîyan da rê û rêbazên nû jî wekî pêwendiyekê derketin ber me. Lewma ji bo fêrbûn û pêşvebirina vî karî hevalên me bi şev û bi roj xebitîn. Îro em dikarin bibêjin ku di 10 salan de Zarok TV di gelek mijaran da xwe gihandîye asteka bilind.”

 

 

Karên anîmasyonê û girîngiya dûblajê

Di çarçoveya xebatên anîmasyonê de jî Îbrahîm Yildirim da zanîn ku tîmên 2D û 3D hatin amadekirin û niha bi awayekê pêşketî li ser berhemên xwe dixebitin. Her wiha li ser girîgiya dûblajê jî sekinî û got; “Ev koma me ji aliyekî ve bernameya xwe ya derbarê pêşketinê da diyar dike ji aliyekî din ve jî ji bo kesên ku dixwazin tev li vê xebatê bibin bernameyekê amade dike û derbasî pratîkê dike. Wekî ku tê zanîn di cîhanê da asta ku anîmasyon gihîştîyê perwerde û perwerdehiyeke profesyonelî dixwaze. Di vî warî da Zarok TV wekî perwerdegehekê dixebite ji ber ku li Zarok TVyê fikir û pratîk bi hev ra dimeşin. Yanî em dikarin bibêjin ku dema em hîn dibûn di heman demê da me diafirand û bi hev ra parve dikir. Di çarçoveya xebatên me da dûblaj xwedîyê giringîyeka taybet e. Em projeyên ku xwediyê qalîteyekê ne û li cîhanê belav bûne distînin û bi Kurmancî Zazakî û Soranî dûblaja wan projeyan dikin û bi temaşevanên xwe ra parve dikin. Koma me ya Dûblajê li ser du bingehan xebatên xwe dike. A yekemîn derfetên teknîkî ne ku me bi awayekê profesyonelî derfetên teknîkî ava kirin. A duyemîn jî ziman e. Xebatên zimanî pêvajoyeka ku ji wergêran bigire heta dûblajvanan hemû komê tev li nav liv û tevger ên zimanî dike ye. Em dikarin bibêjin ku xebatên dûblajê îro gihîştîye asteka profesyonel. Hemû xebatên zimanî ji alîyê lijneyekê ve tên birêvebirin. Ev lîjne di hemû zaravayên Kurdî da dixebite û li gorî form û esasên zimanî naverokan ji bo zarokan amade dike û parve dike. Ev xebat ji alîyekî ve wekî perwerdeya zimanî jî dimeşe. Ji aliyekî ve berhemên ku pê kêfxweş bibin derdixin pêş ji aliyê din ve jî ziman fêrî zarokên ku dûrî derfetên perwerdeya zimanê dayîkê ne dike. Li gorî bertek û parvekirinên ku bi me ra tên kirin em dikarin bibêjin ku di fêrbûn û fêrkirina zimanî da xebatên me xwedî cihekî giring e. Herwiha dûblajvanên me jî parçeyekî vê xebatê ne. Li hemberî kêmbûna dûblajvanên bi tecrûbe me gelek kargehan li dar xist û hewl da ku dûblajvanên pêşketî derxin holê. Xebatên me yên bi vî rengî berdewam dikin û her roja ku derbas dibe casta dûblajvanên me berfireh dibe. Di heman demê da hewldanên me yên ji bo derhêneriya dûblajê ya pêşketî jî her berdewam in.”

 

 

‘Em deyndarên zarokan in’

Îbrahîm Yidirim herî dawî behsa haziriyên salvegera 10 saliya Zarok Tv kir û got; “Vê heftê fîlmên zarokan, lîstikên şanoyê ya ji bo zarokan û wekî fînal roja dawî yanî 15ê Adarê roja Şemîyê li ÇandAmedê (Sezaî Karakoç Kultur Merkezî) dê konsereka mezin bên lidarxistin. Em dixwazin bi zarokên xwe ra bi hêvîya ku hîn deh salên bibînin 10 salîya xwe pîroz bikin.Hemû temaşevan û malbatên me vexwendî ne. Em li benda gelê xwe ne. Heke zarokên me tiştekê ji me bixwazin em amade ne. Em deyndarê wan in û em dê vî deynê xwe bi kelecanî û bi hezkirin bidin…” AW/NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.