Bêhna mûmyayên antîk çawa bû?

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 5 Adar 2025 - 00:07

Bermahiyên dîrokî di derbarê jiyan, çand û rewşa civakî de gelek tiştî tînin ziman. Lê heta niha kêm kesî daye pey bêhna van bermahiyên dîrokî.  Malpera Journal of the American Chemical Society encama xebata pisporên ku mûmyayên Misrê bêhn kirine parve kir. Li gor xebata ku çûye serî encamên balkêş derketin holê.

Piştî xebatê pispor û lêkoler li hember bêhna mûmyayan şaşwaz man. Ji lewma bêhneke xweş ji mûmyayên ku bi salan hatibûn veşartin ango di bin erdê mabûn, dihat. Lêkoleran ji bo vê bêhna xweş pênase ango şirove bikin gelek nîşe girtin. Di dawiyê de gotin ku bêhna biharatên xweş, şêrînahî û darên çaman ji mûmyayan tê. 

Li gor pirtûk û nivîsên dîrokî bêhnkirina mûmyayan tiştekî baş nîne û kesên ku van mûmyayan bêhn bikin bi tiştên xerab re rû bi rû dimînin. Lê va ye ev xebat nîşan dide ku bêhna xweş ji mûmyayan tê û gava hinek wan bêhn dikin jî tiştek bi serê wan nayê. 

Lêkoleran ji bo bêhna mûmyayan got; “Ji bo Misriyan di pêvajoya mûmyakirinê de bêhn tiştekî girîng bû. Bêhnên xweş bi bedena xwedayan dihatin pênase kirin. Her wiha bêhnên xerab jî bi rizîn û xerabûna beden dihatin pênase kirin.” Kesên ku vê xebatê bi rêve birin dan zanîn ku muzeyên dîrokî tenê bi awayekî dîtbarî na her wiha bi menzereyên bêhnê jî dikarin derkevin hemberî serdêran.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.