Li dijî bişaftinê meclîsa jinan ava kirin

Nûçeyên Jin

Duşem 10 Adar 2025 - 16:00

  • Zimanê Kurdî bi polîtîkayên bişaftine ya dewletê re rû bi rû ye. Li dijî van polîtikayan têkoşîna saziyên kurdî jî didome. Şaxên Egitim-Sen, Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî li Amedê bi civînek çapemeniyê damezrandina xwe ragihand.

Hevseroka MED-DERê Şukran Yakut, endamên MED-DER, ANKA-DER” Arî-Der, KURDÎGEH, Komeleya Ziman a Birca Belek û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Li salona Egîtîm Senê pankarta “Sedsala Jinê wê bibe Şoreşa Zimanê Kurdî” daliqandin û dirûşmên “Zimanê me nasnamaye me ye”, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Rêvbera ANKA-DERê Emîne Oguz daxuyanî bi Kurmancî, Hevseroka MED-DERê Şukran Yakut jî bi Kirmanckî xwend.

Emîne Oguz bi kurmancî daxuyanî da û wiha got: “Banga Rêberê gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalanî a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê ji hemû gelên Rojhilata Navîn û her wiha ji bo me jinan gelek girîng e. Ev bangawazî jiyaneke nû ku hemû rengên wê dihewîne pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn û bi teybet jinan dike. Di heman demê de di sedsala 21an de li Tirkiye û Rojhilata Navîn deriyê avakirina civaka demokratîk vedike. Weke jinên dildarên Zimanê Kurdî em vê bangê dipejirenin û bi vê wesîleyê diyar dikin ku em ê hewcedariyên mîsyon û berpirsyariya ku vê bangê li me kiriye pêk bînin. Li gorî vê mîsyonê, ji bo ku em xebatên xwe bi rihê Banga Aştî û Civaka Demokratîk bidomînin û rêxistinbûna xwe xurt bikin, em jinên dildarên zimanê Kurdî Meclîsa xwe ya Jinê bi navê Meclîsa Jine Ya Zimanê Kurdî îlan dikin. Û bi vê minasebetê em bang li hikûmetê dikin: Divê di zûtirîn dem de şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan bê temînkirin û gavên berbiçav ên ku birêz Ocalan destnîşan kiriye demildest bên avêtin.

‘Zimanê xwe ji bişaftin û xwebişaftinê xilas bikin’ 

Emîne Oguz anî ziman ku ew jinên Kurd ku bi dehan salan e li hember zext û zordarîya arasteyî nasnameya xwe û zimanê xwe têkoşîneke bênavber didomînin destnîşan dikin ku ji bo ev sedsala nû bibe sedsala zimanê Kurdî û pêngava nû bi ser bikeve em dê têkoşîna xwe berfireh bikin û wiha axivî: “Em hewl didin hemû dildarên ziman ên jin di bin banê Meclisa Jinê ya Zimanê Kurdî de bînin ba hev û zimanê xwe ji çerxa bişaftin û xwebişaftinê xilas bikin. Em wek jinên Kurd bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di vê sedsala nû de ku hem kapîtalîzm, hem netewedewlet û hem jî hemû hêzên din ên cîhanê dixwazin dizaynek nû bidin avakirin de divê em bi xwedîkerketina li ziman, nasname û çanda xwe mohra xwe li vê sedsalê bixînin. Divê êdî em bêstatubûnê qebûl nekin, ji van polîtîkayên bişavtin û xwebişavtina ku ji destpêka komarê ve li ser gelê me tê meşandin re bibêjin êdî bes e û di vê sedsala nû de bikaribin mafên xwe yên xwebûniyê bi dest bixnînin. Divê gelê Kurd ji bîr neke ku ziman, ruh û jiyan e, nasname û xwebûn e, bîr û hişmendî ye, rûmet û şanazî ye. Jê qerîna ji ziman jê qerêna ji rûmetê ye. Divê di serî de jinên Kurd hemû gelê me ji îro û pê ve li hemberî van polîtîkayên bişavtinê ku sed salê bi awayeke pergalî tên meşandin helwesta xwe nîşan bide û ji vê bişavtina sed salan re bibêje êdî bes e.”

‘Em ê li dijî her cure polîtîkayên bişaftinê têbikoşin’ 

Emîne Oguz, da zanîn ku ew jinên Kurd destûrê nadin ku tu hêz me ji ruhê me, ji nasname û ji zimanê me bê par bihêle û wiha lê zêde kir: “Wek Meclisa Jinê ya Zimanê Kurdî, em dê li hember her cure polîtîkayên bişaftinê têbikoşin, rola dîrokî ya jinê ya di hêla ziman de hêzdar bikin û ji bo zimanê Kurdî bighîje statuya makezagonî xebatan bimeşînin. Em jinên ku ji bo aştiya civakî her tim di refên herî pêş de têdikoşin em ê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî jî bidomînin.”

Emîne Oguz, xal bi xal bernameya têkoşîna ku dane pêşiya xwe wiha rêz kir:

  • Em dê mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê biparêzin: Ji bo zimanê Kurdî ji pêştibistan heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê em dê xebatan bimeşînin.
  • Em dê hilberîna ziman a jinan teşwîq bikin: Em dê di qadên wek wêjeya Kurdî, huner, medya û xebatên akademîk de berbiçaviya jinan zêde bikin.
  • Em dê bikaranîna zimanê Kurdî ya di qadên gelemperî de berbelav bikin: Em dê bi awayekî azad bikaranîna zimanê Kurdî ya di saziyên fermî, medya, kuçeyan û di jiyana civakî de teşwîq bikin.
  • Em dê hişmendiya Ziman Zêde Bikin: Ji no berbelavkirina axaftina Kurdî ya di nav malê de, di nav malbatê û di nav civatan de em dê xebatên hayjêbûnê saz bikin.
  • Em dê hevkariya navneteweyî hêzdar bikin: Em dê bi têkoşînên ziman ên tevgerên jin û gelên li welatên cuda re li cihekî hevpar bên ba hev û hevkariyê mezin bikin. AW/AMED
parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.