Kê darên me firotin Tirkan?

Pêncşem 8 Tîrmeh 2021 - 04:02

  • Serokê Partiya Kesk Milko Bazyan: Dewleta Tirk dibêje, me ew dar kirrîne. Kê kirrîne? Kê ev dar firotine? Divê em vê bizanin. Ev xak firotine, mirov firotine, ev qirkirin e! Nabe em vê yekê qebûl bikin. Divê partiyên Kurdan xwedî helwêst bin, armanca me parastina jîngehê be.

ÎDRÎS KARA

 

Jîngehparêzên Kurdistanê dibêjin, dagirker bi qest daristanên Kurdistanê dişewitînin. Ew dibêjin, ji ber ku Îran ber bi rûxînê ve ye, dihêle cotyar zeviyên xwe berfereh bikin, bi vî awayî Îran rê li ber şewitandina daristanan vedike û dengê xwe nake. Li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî dewletên dagirker bi awayekî sîstematîk daristanên Kurdistanê talan dikin. Dagirker dixwazin her çar parçeyên Kurdistanê kavil bikin, bi taybetî cihên stratejîk dişewitînin. Li Rojhilatê Kurdistanê jîngehparêz tenê têne hiştin, li Başûr, Bakur û Rojava jî partiyên siyasî li hemberî talankeriyê dengê xwe bi qasî lazim e, dernaxin.

Li her çar parçeyên Kurdistanê dewletên dagirker talankirina xwezaya Kurdistanê bi leztir kirine. Serokê Partiya Sewz a Başûrê Kurdistanê Milko Bazyan û endamên Encûmena Sewza Çiya, Kawan Butîmar û Hejîr Îranmenşî yên ji Rojhilatê Kurdistanê, derbarê sedema talankirina xwezaya Kurdistanê, darbirrîn û şewitandina daristanên her çar parçeyên Kurdistanê de axivîn.

Li  gorî jîngeparêzan dagirkerên Kurdistanê, bi qest daristanên Kurdistanê dişewitînin. Bi ya wam armanc, tinekirina çavkaniyên sererd û binerd ên Kurdistanê ye. Yanî bi ya wan dagirker dizanin ew ê rojekê ji Kurdistanê derkevin, ji bo wê jî çav berdane çavkaniyên xaka Kurdistanê. 

Kawan Butîmar 

Dewlet bi qest destûrê dide cotyaran

Endamê Encûmena Sewzî Çiya, Kawan Butîmar destpêkê bal bire ser dîroka şewitandina daristanên Rojhilatê Kurdistanê. Kawan Butîmar dide zanîn ku ji bêhtirî 25 salan ve rejîma Îranê daristanên Rojhilatê Kurdistanê dişewitîne, lê ev 15 sal in, dewlet zêdetir daristanan dişewitîne. Dewlet bi qest  destûrê dide şewitandina daristanan, cotyar jî ji bo ku milkên xwe berfereh bikin, daristanê dişewitînin. Dewlet jî bi qest cotyaran ceza nake.

Kawan Butîmar di dewamê de bi bîr dixe ku jîngehparêz ji bo vemirandina agir kom dibin, lê rejîma Îranê bi qest helwêsta jîngehparêzen kiriye weke helwêsteke siyasî. Dewlet dikare rê li ber dar birrîn û şewitandinê bigire, lê vê yekê nake. Bi ya wî ji ber ku rejîma Îranê ber bi rûxînê ve ye, dest wernade karê cotyaran. Xelk birçî ye û Îran jî li ber rûxînê ye, ji bo vê Îran dengê xwe li talankeriyê nake. Em rojane agir vemirînin jî, ewê careke din daristanan bişewitînin. 

Dixwazin her tişta Kurdistanê tine bikin

Endamekî din ê Encûmena Sewzî Çiya, Hejîr Îranmenşî jî ser armanca dagirkerên Kurdistanê dibêje; “Dagirker hemû dizanin wê rojekê azadiya ji gelê Kurd hatî standin, careke din bi têkoşîna gelê Kurd were standin. Vê dizanin, ji bo vê destpêkê dixwazin çavkaniyên xwezayî yên sererd û binerd ên Kurdistanê talan bikin. Dagirker dixwazin ji avê heta talankirina daristanan, neft û berhemên dîrokê yên Kurdan tine bikin.” 

Hejîr Îranmenşî got, ger av û çiya li Kurdan werin girtin, Kurd wê bifetisin, dagirker dixwazin Kurdan bifetisînin. Hejîr behsa helwêsta jîngeparêzên Îranê kir û got, "Helwêsta jîngeparêzan helwêsteke medenî ye, lê ji ber ku rejîma Îranê rejîmek dîktator e, ev helwêsta jîngeparêzan veguherandiye helwêsteke siyasî. Hinek hevalên me, tenê ji ber ku gotine, bes daristanan bişewitînin, 10 sal ceza li wan hatiye birrîn." 

Rejîma Îranê agir bi daristanan dixe

Jîngeparêz Hejîr diyar kir ku rejîma Îranê daristanan dişewitîne û wiha peyivî: "Hinek dar 500 salî ne, li şûna alîkariyê bidin jîngeparêzan, wan asteng dikin. Hevalên me tên astengkirin, daristanên Dolebê yên Merîwanê ji daristanên herî kevin ên Kurdistanê ne. Hinek darên wir hezar salî ne. Ev dar hemû tine bûn."  

Hejîr got, şewat nexasim li ser sînor çêdibin, û got, "Ev cih hemû stratejîk in û bi qest agir bi van cihan dixin. Bi taybet jî li daristanên Merîwan ên qedîm."

Ka helwêsta dinayayê?

Hejîr di dawiyê de bang kir, got, "Mesela jîngehê, meseleyeke cîhanî ye, darek li Zagros, Qendîl, peywendiya xwe bi dara li Amazonan re jî heye. Dar nefes e. Ji bo vê jî pêwîst e welatên cîhanê dengê xwe bikin, li ser asta navneteweyî helwêsteke cidî hebe. Ji bo vê jî pêwîstiya me bi ragihandineke bihêz heye. Heger daristan tine bibin, pileya germahiyê wê bilind bibe, ji bo vê jî pêwîst e welat hemû bi erka xwe rabin û rê li ber dagirkeriyê bigirin. Parastina jîngehê, parastina jiyanê ye."

Milko Bazyan

Giliyê Tirkiyeyê kirin

Dewleta Tirk a dagirker, li hemberî Başûrê Kurdistanê êrişeke berfireh daye destpêkirin. Dewleta Tirk bi salen e, xwezaya Kurdistanê talan dike, bi taybetî van demên dawiyê êdî li ber çavê her kesî dest bi birrîna daran kiriye. Li hemberî talankirina xwezaya Kurdistanê, hîna jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê helwêstek nîşan nedaye. 

Serokê Partiya Kesk a Başûrê Kurdistanê Milko Bazyan, behsa armanca sereke ya dagirkerên Kurdistanê kir. Ew jî dibêje, dagirker dixwazin Kurdistanê kavil bikin. Milko Bazyan destpêkê ragihand ku ew weke Partiya Sewz (Kesk) a Başûrê Kurdistanê êrişa li dijî Kurdistanê û talankirina wê şeremzar kir û got, "Dema ku cara yekê dewleta Tirk êrişî Başûr kir, me helwêstek tund nîşan da. Me piştre bang li partiyên siyasî kir da ku piştgiriyê bidin daxwazên gelê Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê. Piştî wê me li Silêmaniyê giliyê Tirkiyeyê kir li cem Neteweyên Yekbûyî (NY)". 

Milko Bazyan ji bo armanca dewleta Tirk jî got, "Dixwaze her çar parçeyên Kurdistanê kavil bike, çawa li Efrînê darên Zeytûnê birrîn, niha jî dixwaze heman senaryoyê li Başûrê Kurdistanê pêk bîne. Li Behdînanê bi rêya şirketa Cengîz daran dibirrin û dibin Tirkiyeyê. Dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike û bixe bin banora siyaseta xwe. 

Ev karek ne mirovane ye, binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê ye. Ji berê ve, dijminên Kurdan naxwazin ti Kurd azad bijî. Niha jî dixwazin statuya Kurdistanê ji holê rakin." 

Hikûmeta Hewlêrê bêdeng e

Milko Bazyan rexneyan li helwêsta hikûmeta Hewlêrê jî digire: "Li hemberî dagirkerî û talankirina xwezayê, Hikûmeta Herêmê jî bêdeng e. Em weke Partiya Kesk ti carî bêdeng namînin. Îro li Merîwanê bi hezaran donim daristan şewitîn. Nabe em bêdeng bimînin. Pêwîst e em biçin konsolxaneya Îranê û ji wan re bêjin, hûn ji van daran çi dixwazin. Ji bo çi hûn vê jîngeha xweşik ji holê radikin? 

Serokê Partiya Kesk a Başûrê Kurdistanê behsa daxuyaniyên dewleta Tirk ên li ser kirrîna cihên tên talankirin, kir û got, "Dewleta Tirk dibêje, me ew dar kirrîne. Kê kirrîne? Kê ev dar firotine? Divê em vê bizanin. 

Ev xak firotine, mirov firotine, ev qirkirin e! Nabe em vê yekê qebûl bikin. Divê partiyên Kurdan hemû xwedî helwêst bin, bila armanca me ya sereke parastina jîngehê be û pêwîst e her kes piştgiriyê bide jîngehparêzan." 

Darên me difiroşin me

Milko got, "Dewleta Tirk tê oksîjena xwişk û birayên me qût dike, ji bo vê divê em bizanin hedefa dijmin ji holê rakina me Kurdan hemûyan e. Dewleta Tirk tê darên me dibirre piştre dibe û vediguherîne berhemên cuda. Piştî wê jî difiroşe me Kurdan. Hem oksîjena me dibirrin, hem aboriyê têk didin û hem jî kar dikin. Em bang li partiyên siyasî dikin, herêm ber bi guhertinên mezin ve diçe, divê aliyên siyasî li hev kom bibin û yekîtiya neteweyî were avakirin."

Yekîtiya neteweyî ji bo jîngehê

Milko Bazyan, ji bo rawestandina dagirkerî, talankirina xweza, şewitandina daristanan, behsa girîngiya kongreya neteweyî kir. Li gorî wî divê gelê Kurd bi sîwaneke neteweyî xwedî yek peyam be.

Bazyan bi bîr dixe ku hin aliyên siyasî piştgiriyê nadin kongreya neteweyî, û pêwîst e fraksiyoneke neteweyî û bihêz bê avakirin û yek peyama Kurdan hebe. Ew dibêje, "Heger ev biçe serî, emê weke Kurd karibin li dijî dagirkerî û talanê, zextê li Neteweyên Yekbûyî bikin."


Panoramaya şewatên daristanên Rojhilat

* 6’ê Gulana 2018´an  ji ber topbarana leşkerên Îranê, agir bi daristanên Herêma Kosalanê ya Merîwana ser bi parêzgeha Sîne ya Rojhilatê Kurdistanê ket. Di encamê de zêdetirî hezar hektarî daristan û heşînatî şewitî.

* 27’ê Gulana 2018’an, nêzî 30 hektar ji daristan û pûşê bajarên parêzgeha Îlamê bi sedema xemsariyê û sedemên mirovî şewitîn.

* 2’yê Tebaxa 2018’an li Rojhilatê Kurdistanê, agir bi daristanên bajarokê Rebet ê ser bi bajarê Serdeştê ket û di encamê de bi dehan hektar daristan şewitîn. 

4 jîngeparêz şehîd bûn

25’ê Tebaxa sala 2018’an ji ber topbarana artêşa Îranê agir bi daristanên Merîwanê ket. Çalakvanê mafê mirovan û jîngehparêzê navdar ê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Şerîf Bacwer, jîngeparêz Omêd Hisênzade, Rehmet Hekîm Niya, Mihemed Bejûhî dema dixwestin vî agirî vemirînin, di nava agirê daristanê û topên rejîma Îranê de şewitîn û şehîd bûn.

Rojekê piştî bûyerê bi hezaran Merîwaniyê û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwe gihandin Merîwanê û cenazeyên Şerîf Bacwer, jîngeparêz Omêd Hisênzade, Rehmet Hekîm Niya, Mihemed Bejûhî li Goristana  Dariseyranê bi oxir kirin.

Li gorî rapora Rêveberiya Encûmena Kesk ya Çiya, 2018’an 120 caran agir bi daristanên Merîwanê ketiye.

26’ê Hezîrana 2019’an li navçeya Çerdawul a parêzgeha Îlamê agir bi daristanên wê navçeyê ket û herî kêm 40 hektar daristan û mêrgên deverê şewitîn. 

Heman rojê li parêzgeha Kirmaşanê jî agir bi devera Hinare ya ser bi navçeya Selas û Bawecanî ket.

Heman rojê li parêzgeha Sine jî, li Çiyayê Aviyer agir bi daristanê ket,  xelkê deverê agir vemirand.

Daristanên çiyayê Zagros yên li parêzgeha Kohgîluye û Boyrehmedî ya Rojhilatê Kurdistanê di 26 ‘ê Gulana 2020’an de şewitîn. 

3 jîngeparêz şehîd bûn

1’ê Tîrmeha 2020’an agir bi daristanên herêma Bozîn û Merxêlê yên bajarê Pawe ketin. Xelkê hewl da agir vemirîne. Di dema vemirandina agir de, 3 endamên Rêxistina Jîngehparêzîyê ya Pawe, Yasîn Kerîmî, Bîlal Emînî û Muxtar Xendanî şehîd bûn.

1’ê Tîrmeha 2021’an daristanên gundên Derwêran û Dolebî yên ser bi Merîwanê şewitîn. Şewatê 5 rojan dewam kir.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.