Êlihê terora polîsan şermezar kir

În 26 Nîsan 2024 - 00:56

Piştî ku polîsên Tirk biser avahiya DEM Partiyê ya Bajêr de girt, ev bû sedema nerazîbûnan. Gelê Êlihê terora polîsên Tirk a kêfî şermezar kir, diyar kir arman terorîzekirin e û têkoşîna gelê Kurd wê biçe serî.

Hevserokê Rêxistina (DEM Partî) ya Êlihê Mustafa Mesut Tekîk dema daxuyaniya çapemeniyê têkilî êrîşan axivî. Tekîk anî ziman ku AKP-MHP di polîtîkayên şer de israr dike û got: “Ez li vir bang li rayedarên welat dikim; hûn tu car nikarin me ji rêya me bikin.”

Dixwazin me terorîze bikin

Tekîk diyar kir ku serdegirtina li ser avahiya partiyê nehiqûqî ye û wiha berdewam kir: “Dixwazin li vir me terorîze bikin, dixwazin weke avahiyeke ku sûc dike nîşan bikin. Lê yên vê fermanê dane divê bizanibin ku ji aliyê gel ve tu encam bi dest naxe. Em ê tu carî serî netewînin. Weke hunermedê mezin ê Kurd Yilmaz Guney dibêhe, ‘Em ê teqez bi ser bikevin’. Em ê serî li ber zextan netewînin.”

Têkoşîn wê bi ser bikeve

Parlementera Dem Partî ya Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş berteş nîşanî bêhiqûqiya heyî da û anî ziman ku desthilat di bêhiqûqiyê de israr dike.

Sebahat Erdogan Saritaş diyar kir ku desthilat hilbijartinan qebûl nake û wiha got: “Gel di 31’ê Adarê ji xwîn, kaos û bêhiqûqiyê re got bes e. Ev polîtîkaya we riziya, gel jî ev yel piştrast kir. Êrîşên li dijî meşa azadiya gelê me ne rewa ne. Çawa ku duh winda kir, wê îro jî winda bike. Polîtîkaya bêhiqûqiyê çawa ku 40 sal in winda dike, duh jî winda kir, wê sibê jî winda bike. Wê têkoşîna me ya rêxistinkirî bi ser bikeve, gel wê bi ser bikeve.”

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.