Qefle bi qefle ji şewatê direvin

Nûçeyên Cîhan

În 18 Tebax 2023 - 16:12

Bi hezaran kesên li bakurê Kanadayê, ji ber şewata daristanan, berê xwe dan balafiregeha Yellowknifeyê. Li ser rêya bejahî jî karwanekî dirêj ê wesayitan çêbûye.

Li gorî rayedarên herêmî, zêdeyî 20 hezar kes divê paytexta Xaka Bakurrojava (NWT) Yellowknifeyê xalî bikin, lewma şewata daristanê bandorê lê dike.

Roja pêncşemê bi deh balafiran nêzî hezar û 500 kesî hatin veguhestin. Roja înê jî herî kêm 22 seferên balafiran hatin kirin.

Li gorî rayedarên herêmî, ji çar paran nêzî pareke xelkê herêmê dikare bi rêya hewayî bê veguhastin. Hate ragihandin ku ev hewldan wê roja şemiyê yanî îro jî dewam bike.

Ji Xizmetên Rewşa Lezgîn NWT´ê, Jennifer Young pêncşemê bi şev bi civîneke çapemeniyê got, "Heta ku em her kesî ji Yellowknife derxînin, em ê karê xwe dewam bikin."

Di vê navberê de rêya bejahî li derketina bajêr bi temamî xitimî.

Ji biharê û vir ve li Kanadayê ji ber germa zêde agir bi daristanan dikeve.

Ji destpêka havînê û vir ve li vî welatî nêzî 14 milyon hektar, bi gotineke din qadeke bi qasî Yewnanistanê mezin şewitî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.