Abdullah Ocalan hêvî ye

În 26 Nîsan 2024 - 01:15

Ji rêveberên Martîn Mc Gûînnes Paece Foûndatîon Paûl Karavanagh piştî ku sala 1981'ê hate girtin 5 caran cezayê girtîgehê lê hate birrîn. Bi peymana navbera Komara Îrlanda û Qraliyeta Yekbûyî de ku 10'ê Nîsana 1998'an hate îmzekirin û weke peymana 'În a bi xêr' dihate naskirin, hate berdan. Paûl Karavanagh anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in bi rengekî fîzîkî li Îmraliyê girtî ye û got:"Tecrûbeya her kesî ya li girtîgehê cuda ye. Min digot, girtîgeh di mejiyê mirovan de ye. Eger mejiyê we girtî be, hûn jî girtî ne. Eşkere ye ku aqlê Abdullah Ocalan li girtîgehê nîne. Bernameyeke siyasî bi şênberî nîşan dide. Bernameyeke siyasî ya ku mirov dipejirînin. Ev yek di asta jiyanî de girîng e."

Ji fikrên wî ditirsin

Paûl Karavanagh diyar kir ku Erdogan di hilbijartinên dawî de gelekî kêm kir, hewldana li Wanê jî li bin guhê berxwedana gel ket û got:"Dibe ku weke serketineke biçûk bê dîtin, lê belê her serketineke biçûk gavek ber bi têkçûna Erdogan e. Lîderê gelê Kurd li girtîgehê ye, lê belê aqlê wî li girtîgehê nîne. Bi nivîsên xwe, bi teoriya xwe hîn jî lîderiyê dike. Heta ku ew sax be wê jê bitirsin. Ji ber fikrên wî ew girtin. Tişta ku herî zêde jê ditirsin fikrê wî ye, lê belê fikrê wî niha pêşengiyê ji guhertinê re dike. Mîna ku di hilbijartinê de hate dîtin. Ji bo mirovan dibe hêvî. Li girtîgehê jî dibe hêvî. Tiştek ji hêviyê bêhtir xurt nîne." Paûl Karavanagh anî ziman ku Abdullah Ocalan lîderekî neteweyî ye, xwedî tecrûbeyeke hevdîtinên aştiyê ye û got:"Ji pêvajoya danûstandinan fêhm dike, zane bê çi dixwaze. Wê bi hêsanî nebe. Rêya ber bi danûstandinan ve, dawiya dawî ew dikare biryarê bide, lê belê wî xetek diyar kiriye. Yên ku dane ser şopa wî bi vê zanin. Wê ji xwe re bibêjin, eger Abdullah Ocalan bûya wê çi bikira? Yanî ew ê vê diyar bike. Wê nifşê nû jî bi rê ve bibe, wê pêşengiyê ji nifşê nû re bike, heta azadî pêk were wê pêşengiyê ji nifşan re bike."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.