Li eyaleta Hawaîiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), ji ber şewatê herî kêm 89 kes mirin.
Waliyê Eyaletê daxuyaniyek da û da zanîn ku hejmara qurbaniyên şewatê bûye 89.
Fikar hene ku bîlanço girantir bibe. Bajarê Lahaina yê li girava Maui bi temamî şewitî. Ji vî bajarê benderê yê tûrîstîk ê bi serjimara13 hezar kes, tiştek nema.
Li girava Maui, xebatên lêgerînê dewam dikin.
Li gorî saziya federal a destwerdana li felaketên xwezayî (Fema), qederê 2 hezar û 200 avahiyan hilweşiyane yan jî xisar li wan bûye.
Tê texmînkirin ku tenê li Lahainayê ji bo jinûve avakirinê pêwîstî bi 5.52 milyar dolaran heye.
NAVENDA NÛÇEYAN