20 koçber şewitîn

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 23 Tebax 2023 - 16:08

Di şewata li Yewnanistanê de li nava daristana şewitî de, cenazeyên 20 kesan hatin dîtin, li gorî texmînan ev cenazeyên koçberan in, lewma ew li ser sînorê di navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de hatin dîtin.
Wezareta Navxweyî ya Yewnanistanê ragihand ku, tîmên agirvemirandinê cenazeyê 20 kesan li daristanên sînorê di navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de dîtine ku hemû jî di encama şewata daristanan de bi temamî şewitî ne û gûman tê kirin ku koçber bin.
Herwiha di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, ji bo lêgerîna di nava daristanan ya cenaze û birîndaran de tîmeke destwerdana lezgîn hatiye çêkirin, her wiha koçber li wan daristanan hebin, ew ê wan veguhêzin cihên aram.
Wezaretê got, cihê ku cenazeyên şewitî lê hatiye dîtin, xeta derbasbûna bi qeçaxî ya koçberan e ku ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanistanê dibin û ji wê derê jî derbasî Ewrûpayê dibin.
Ev qederê du hefteyan e ku agir bi daristanên Yewnanistanê ketiye û devereke fereh daye ber xwe. Bi hezaran kes ji ber şewatê koçber bûne û ziyaneke mezin gihiştiye xelkê li herêma şewatê.
ATÎNA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.