Bûne bersiva qirkirinê

În 26 Nîsan 2024 - 01:15

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameyên gerîlayên bi navê Ararat Herekol û Zîn Zagros ên di 1'ê Nîsanê de li herêma Garê şehîd bûbûn eşkere kir û ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest. HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:"Hevrêyên me Ararat û Zîn ji bo azadiya gelê me bi awayekî fedaî şer kirin, bûn mînakên berbiçav ên milîtaniya jinê ya Apoyî. Hevrêyên me Ararat û Zîn ku li gelek qadan têkoşiyan li her devera ku lê bûn, di parastina xeta azadiya jinê de bi ser ketin û mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê dan. Hevrêyên me Ararat û Zîn di her kêliya jiyana xwe de bi mezinkirina têkoşîna şoreşgerî re karîbûn bersivê bidin dewleta Tirk a mêtinger ku sûcê qirkirinê li dijî gelê me pêk tîne. Weke hevrêyên wan em careke din soza xwe nû dikin ku em ê têkoşîna ku hevrêyên me  dewrî me kirine heta serketinê bibin. Em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbatên hêja yên hevrêyên me Ararat û Zîn re dixwazin."

Hevrêya me Ararat li navçeya Erdîş a Wanê di nava malbateke welatparêz de çavên xwe li cîhanê vekir. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me ku gihîşt wê encamê tenê eger karibe bibe şervaneke heqîqetê, wê demê dikare layiqî Rêber Apo û şehîdên me be, li ser vê esasê derxist zanabûnê ku ev yek bi têkoşîneke domdar û bi bandor pêkan e. Hevrêya me Ararat a ku hêrsa xwe ji emrê ciwantiyê ya li dijî dewleta Tirk a mêtinger bi perwerdeyên ku dîtî re veguheraned hesta tolhildanê, ji bo bersiva ku dijmin heq dike bide, xwe di warê leşkerî de perwerde kir û bû gerîlayek jin a jêhatî ya YJA Starê. Hevrêya me ku di êrîşa dijmin a 1'ê Nîsana 2024'an de bi pêş ket gihîşt şehadetê, heta nefesa xwe ya dawî bi dayîna berdêlên mezin xwedî li nirxên me yên azadiyê derket. 

Hevrêya me Zîn li bajarê têkoşînê Kobanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me ji bo di kesayeta xwe de xeta azadiya jinan biafirîne lêgerîn û kûrbûnên xwe zêdetir kir û gîhîşt wê baweriyê ku ev yek bi tenê bi kûrbûna li ser felsefeya Rêber Apo pêkan e. Hevrêya me ku jidil û bi fedaîyane beşdarî pêvajoya ku ji bo gelê me û Tevgera me pêvajoyeke dîrokî ye, bû  û hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn û hevrêya me di 1'ê Nîsanê de tevlî karwanê şehîdan bû.’’

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Ararat Herekol (Sîbel Denîz), li Wanê jidayîk bûye, 1’ê Nîsana 2024’an li Garê şehîd bû.

Zîn Zagros (Gulê Hiso), li Kobanê jidayîk bûye, 1’ê Nîsana 2024’an li Garê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.