Bala me li Imraliyê ye

În 26 Nîsan 2024 - 01:45

  • Sekreterê Rêveber ê CPT’yê Hûgh Chetwynd li ser pirsa rojnamevanê Stêrk TV ya têkilî tecrîda li ser Rêber Ocalan, got ew ji Imraliyê ji nêz ve dişopînin, bala wan li ser e û ‘dema guncaw’ ew ê serdena Imraliyê bikin.

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) rapora xwe ya salane li Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê eşkere kir.

Di civîna çapemeniyê de nûçegihanê Stêrk TV têkildarî Îmraliyê pirsek pirsî. Li ser vê yekê Sekreterê Giştî yê CPT Hûgh Chetwynd bersiveke zelal neda û gotin avêt ser rayedarên Tirk.

Chetwynd got, "Her gava ku em serdana Tirkiyeyê dikin, li ser van pirsgirêkan em bi rayedarên Tirk re dikevin nava diyalogê."

Dema guncaw em ê biçin Imraliyê

Chetwynd got, "Ev yek diyalogeke taybet (veşartî) ye. Mijareke ku komîte bi baldarî li ser disekine. Me dixwest rapora xwe ya têkildarî serdana xwe ya sala 2022'an eşkere bikin. Yê ku biryarê bide bê rapor kengî bê weşandin, rayedarên Tirk e. Mijareke ku em ji nêz ve dişopînin. Hefteya derbasbûyî komîteya me bi parêzerên Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Mijareke ku bala me li ser e. Dema ku me guncaw dît, serdana me ya têkildarî vê pirsgirêkê wê pêk were."

CPT'yê rapora xwe ya têkildarî serdana li Îmraliyê ya sala 2022'an eşkere nekiriye. Her wiha Sibata 2024'an çû Tirkiyeyê, lê serdana Îmraliyê nekiribû. Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî sê sal in agahî nayê wergirtin. Serlêdanên parêzeran û malbatê her hefte têne kirin, lê belê bêbersiv têne hiştin.

Ji bo bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîneke bênavber tê meşandin.

ANF/BRÛKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.