Belkî bi sedan kes miribin

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 15 Tebax 2023 - 16:24

Li Hawaîî’yê dibe ku bîlançoya şewatê bi du yan sê qatî zêde bibe.

Ji ber şewata li giravên Hawaîî’yê yên DYE’yê hejmara miriyan herî kêm bû 99. Walî diyar kir ku dibe bîlanço bi du yan sê qatî zêde bibe.
Waliyê giravên Hawaîî’yê Josh Green daxuyanî da CNN’ê û got: “Di 10 rojên li pêşiya me de, dibe ku ev hejmar bibe du qat.”

Şewatên li Hawaîî’yê li DYE’yê di sedsala dawî de şewata herî xeter e. Walî diyar kir ku xebatên lêgerînê wê 10 rojan bidome û hişyar kir ku dibe ku rojê 10 yan 20 cenazeyan bibînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.