Êvarên Rayinê û Hewlêr

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 30 Tebax 2020 - 23:59

  • Yousef Mantk di helbestên xwe yên di kitêba Êvarên Rayinê de aciziya xwe ya ji siyasiyên Kurd zelal wiha îfade dike:
    xwedayê derewê ne
    li hember dijmin
    tim li ser çongan in

Luqman GULDIVÊ

Êvarên Rayinê niyeta zimanekî sade û neêşandina xwîner bi helbestên xwe hîç xef nake û venadize. Wergera ji Soranî jî xwestiye xwe dûrî vê niyeta şair Yousef Mantk neke. Bi awayekî ji bo kitêbên helbestan ne ji adetê, pêşnivîsek, û ferhengok û têbînî di kitêbê de hene. Mijarên helbestan ji hestên xerîbiyê, aciziyan ji siyasetvanên Kurd heta bi bêrîkirina Hewlêrê cihêreng in, lê gelek caran di xwedana der a aciziya şair bi xwe de digihin hev.
Kitêba helbestan a nivîskar û şairê Soranînivîs Yousef Mantk bi wergera Kurmancî ji Weşanên Sîtavê (li Wanê) derçû. Muhsîn Ozdemir helbest kirine Kurmancî û edîtoriya kitêbê jî Qahir Bateyî kiriye. Ji 74 rûpelên kitêbê, 57 ji helbestan re veqetandî ne. Despêkê, ji bo kitêbên helbestê ne ji adetê, pêşgotinek heye. Mamosteyê Edeba Kurdî Dr. Sebah Kerîm li ser helbesta Yousef Mantk û vê kitêba wî nivîsiye. Li dawiyê jî ferhengok û têbînî, tevî jînenîgeriya kurt a şairî hene. Şair bi xwe nusxeyeke kitêba xwe ji me re şand.

Du pirs

Kitêb bi 2 "pirsan" dest pê dike. Du pirsên ku kirasê helbestê li xwe kirî; di ya yekê de evîndarek dike pirsê û bersivê helbest dide. Di ya diduyê de pirs li ser nivîsê ye û helbest dibêje, divê kirdeyê ew nivîsandî bilezîne, ji ber ku mirin nêzîk e. Zimanê helbestan hem di van pirsan de û hem jî di yên mayî de besît û sade ye. Heta carinan mirov şikê ji helbestbûna wê dibe.

Zimanê sade û besît

Ev xwedanader a bi vî rengî jî dibe ku ji ber wergerê xurttir jî bûbe. Lê ji ber ku Soraniya berheman di kitêbê de nîne, ew derfeta liberhevgirtinê û isehbûna tesîra wergerê di danadera helbestê de jî li ber destê me nîne. Helbesta ku navê xwe daye kitêbê, yanî Êvarên Rayinê, êvarên mişextiyê ne û diyar e ku ne belesebeb ev gotinên hanê tê de didin xwendin:

her yek ji wan kêşeyek
daye ser milê xwe
xanî, xêzan, ofîsa kar
kar, îqame, ziman, vegerandin
êvarên rayinê
êvarên penaberan e (r.19)

Di wergerê de zimanê sade hatiye parastin, rehet xwendina gotinan ji xwîner re jî rehetiyek e; yanî wergêr jî şair jî li sergêjkirina xwîner negeriyane. Lê di wergerê de çawa di mînaka li jor de jî diyar e, îhtîmam timî bi nivîsê nehatiye dayîn. "êvarên penaberan e" diviyabû heger bi zimanê devkî ye, weke "êvarên penabera ne" yan jî bi usûlê qaîdeyên nivîsê ku ji bo şiirê ne ferz e, "êvarên penaberan in" be. Axir carinan di kesandinê û tewangê de jî hin îxtîlaf hene - bi carekî re; r.56. welêt jî guran xwar; r.54 - ku mirov hinan ji wan bi zimanê axaftinê dikare rave bike, lê yên din muhtemelen şaşiyên rastnivîsê yan jî gramerê ne.
Belkî ji bo klîşeyên di kitêbê de jî mirov li heman helbestê binihêre wê ya herî rehet be:

mêr, ´ereboka zarokan pal didin
jin, serê wan di nav telefona wan de
li tiştekî wendabûyî digerin

yan
penaber şerê hevdu dikin
xwînê ji laşê hevdu diseyînin (r.19)

Helbestên li ser Hewlêrê, bajarê ku ji şair bi xwe re welat e, di kitêbê de hene; Bazara Şêxellayê, Yaqûtên Hewlêrê, di evîniyê de Hewlêr. Lê ji bilî van helbestan jî ew gelek caran çêl li Hewlêr yan jî bêrîkirina wê dike, weke di Çakêtê Kevin ê Qubad de:

Ji bo seferê
min kevneçakêtê
qubadî celîzade li xwe kir
ji Hewlêrê, bayê em herdu ber bi almanyayê ve birin (r.43)

Nerazîbûn û aciziya ji siyasiyên Kurd xwe di gelek helbestên wî de dide der. Heta di Xurbetistanê de xerîbiya xwe jî bi wan rave dike:

vedixwim
berdewam vedixwim
ewqasî vedixwim
hetanî vedireşim
wek vereşîna serkirdeyên kurdan
wek vereşîna partiyên kurdan
vereşîna siyasiyên kurdan (r.53)

Tîhna wî li siyasiyên kurd zû bi zû naşike, welê ku ew di helbesta xwe ya bi heman navî de dibêje:

xwedayê derewê ne
li hember dijmin
tim li ser çongan in (r.31)

Ji bo xwînerên ne li Elmanyayê ferhengok û têbîniyên li dawiya kitêbê bi kêr bên jî, nexasim ji bo helbestên Êvarên Rayinê, lê mirov bivênevê dipirse, hema bila di helbestê de ew gotin jî ji bo yên nizanin zelûl bin, ma ji helbestî çi kêm dibe! Lê diyar e, ji bo şair jî ji bo wergêr jî girîng bûye ku "rayn şanz", "netto" bên fêmkirin. Lê ravekirina Qamişlo (Qamîşlo nivîsiye), Kerkûk, pêşmerge û wekî din ji bo xwînerên Kurmanciyê lazim nebû. Tevî ku gava mirov helbestan dixwîne, mirov ji zimanê sade yê şair pê dihise, ew naxwaze di warê zimên de xwîner biêşîne. Ev ferhengok û têbîniyên li dawiyê bi awayekî nakok in bi vê niyeta şair ya mirov pê dihise.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.