Çira dişewite zimanekî zêr?

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 25 Adar 2024 - 00:59

“Roja Cîhanî ya Şi’rê” her sal 21ê Adarê de ji hêla UNESCO’yê ve tê pîrozkirin û her sal peyamek ji aliyê şa’irekî cîhanî ve tê nivîsandin. Ev peyam qîmetê dide rol û giringiya şi’rê di cîhana îro de. 

Helbestvan Selîm Temo li ser platforma “Balinde” belavokek bi şêwezarên Kurmancî û Soranî nivîsand. 

Beşek ji belavoka Selîm Temo ya ku ji bo “Roja Cîhanî ya Şi’rê” nivîsandiye wiha ye;

“Li vî bajarê çar hezar kîlometre dûr ji pirtûkxane û defterên min ên tije bi xewn û peyvan, dikarim çi bibêjim li ser helbestê? Ev bajar, her roj li bin siya ewrekî xerîbtir hişyar dibe. Paul Celan xwe ji vê pirê avêt çemê Seineê, Charles Baudelaire li vê malê dîn bû, Rainer Maria Rilke li vê kolanê jiya, “Keştiya Sermest” a Arthur Rimbaudyî li ser vî dîwarî li mirovî dinêre, vê darê ji Mîr Kamûran Alî Bedir-Xanî hez kir…

Çend sal in di nav peyvên helbestkarên mirî de digerim, pirtûkxaneya di serê min de her diçe girantir dibe. Çi bi zimanê xwe, çi bi zimanê wan, çi bi zimanê wergerê ku di nav du zimanan de bi du zimanan diaxive, guh didim helbestkaran, dû re lê werdiqilim ku helbest bi yek zimanî tê nivîsîn. Bi zimanê ku Mîr Kamûran di helbesta “Kulîlkên Ezêb” de nav lê dike, di wê nezîreya “Les fleurs du mal”a Baudelaireî de: “Çira dişewite; zimanekî zêr.” Ev zimanê zêr e giran dibe di devê helbestkaran de, dengî dikuje, hilmê dibirre, agirî dişewitîne. Di dawiya kêliyekê de helbestkarek tê, li ciyê helbestkarek lê miriye dimire.”

Ji bo hûn karibin temamê nivîsê bixwînin lînk li jêr e;

https://balinde.com/balinde-message-2024-kurmanji/

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.