'Em 7´ê Çile li Parîsê hesab dipirsin'

În 6 Çile 2023 - 00:48

TJK-E'yê şoreşger û welatparêzên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anîn û got, "Ji bo meşa 7'ê Çile ya li Parîsê, em bang dikin. Werin em deng û îradeya xwe bikin yek."

Tevgera Jinên Kurd a li Ewrûpayê (TJK-E) têkildarî komkujiyên li Parîsê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Erdogan û rejîma wî ya faşîst tifaqa AKP-MHP´ê ji bo têkçûna xwe ya leşkerî û siyasî binixumînin, ji bo karibin xwe ji nava çiravê xilas bikin, careke din li Ewrûpayê polîtîkayên komkujiyê xistin dewrê. Di 23'ê Kanûna 2022’yan de bi destê MÎT'ê li hemberî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê êrişeke nemerdane hate kirin û di encamê de hevalên me Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin. Di sala 10'an a komkujiya Parîsê de ku 9'ê Çileya 2013'an de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi destê MÎT'ê hatin qetilkirin, careke din qirkirin plan kir û xwest êrişî gelek hevalên me bikin."

 

Jin jiyan azadî bû xewnereşka hezên faşîst

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Em hemû dizanin ku dewleta Fransayê ji ber ku kujer û hêzên li pişt komkujiya destpêkê dernexist pêşberî dadgeriyê û bi rengekî eşkere mehkeme nekir, rê li ber komkujiya duyemîn vekir. Bi van êrîişên li dijî sazî û komeleyên me, armanca wan a esasî ew e ku hêza rêxistinbûyî ya Tevgera Jinên Kurd parçe bikin. Wan xwest, têkoşîna bi biryar a gelê Kurd û tevgera azadiyê ya Kurd biqedînin. Desketiyên li çar parçeyên Kurdistanê ên bi berdêl û têkoşîneke mezin, hêzên serwer û emperyalîst aciz dikin. Têkoşîna hevrêyên me Nagîhan Akarsel, Hevrîn Xelef, Arîn Mîrkan, Denîz Poyraz, Sêvê, Sakîne û gelek hevrêyên me, li ber felsefeya Rêber Apo bi qîrîna 'Jin jiyan azadî' gerdûnî bû û veguherî kabûsa hêzên faşîst.

Gelê me bi salan e li ber xwe dide, li qadan e, bi helwêsta xwe ya piştî vê êrişa dawî careke din nîşan da ku wê dest ji têkoşînê û destketiyan bernede. Jinên me wê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî hesabê komkujiyan bipirsin.

Lewma di 7'ê Çileyê de em ê li Parîsê ji bo bîranîna Şehîd Sakîne Cansiz, Şehîd Fîdan Dogan û Şehîd Leyla Şaylemez meşekê lidar bixin û ji bo dawî li şerma 10 salan bîne û piştperdeya komkujiyê eşkere bike, em ê berpirsyariyên dewleta Fransayê bi bîra wê bixin. Mîna her sal, ji bo meşa îsal jî em bang li gelê xwe bi taybetî jinan û dostên xwe dikin ku li Parîsê tevlî çalakiyê bibin. Em bi hev re deng û îradeya xwe bikin yek û biryardariya xwe ya ji bo edaletê bi dilekî biqîrin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.