Zorê li hikûmeta Tirk bikin

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 18 Adar 2021 - 01:51

  • Gava rayedara hikûmeta Ingilîz PKK weke rêxistina terorê bi nav kir, parlamenter Lloyd Russell-Moyle biryara Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê û dadgeha Brukselê bi bîr xist û got, PKK aliyekî şer e.

ALADDÎN SÎNAYÎC/LONDON

Li parlamena Meliktiya Yekbûyî rûniştinek li ser mijara "Zexta li dijî muxalefetê li Tirkiyê û girtina siyasetvanan" hebû. Parlamenteran di rûniştinê ji rayedarên wezareta karê derve yên hikûmetê pirsî bê ka ew ê li dijî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê çi bikin. 

Di rûniştinê de parlamentera Partiya Karker Feryal Clark got, partiyên li meclîsê hemû xweş pirsgirêka Kurd nas dikin û zilma li qederê 20 milyon welatiyên Kurd ên li Tirkiyeyê tê kirin jî dişopînin. Wê bal bire ser zexta li dijî siyasetvanên Kurd nexasim piştî hilbijartinên giştî yên 2015´an. Wê got, hevserokê berê yê HDP´ê Selahattin Demirtaş û gelek parlamenterên HDP´ê girtî ne û bi dagirkeriya qeyûman jî vîna miletê Kurd daimî xistine bin nîrê desthilatê.

Feryal Clarc ev pirs ji hikûmeta Ingilîz kirin:

* Gelo hikûmet wê ji bo berdana tevahiya siyasetvanên girtî bangekê bike? 
* Gelo hikûmet wê tevî NATO û hevgirên din xebateke çawa bimeşîne da ku Erdogan peymanên navneteweyî yên wî mohr kirine, binpê neke? 
* Gelo wezîrê karê derve wê ji hevpîşeyê xwe yê Tirk re bibêje ku ew êrişên hovane yên li dijî miletê Kurd qebûl nake?

Ji heman partiyê, parlamenter Kate Osborne jî bal bire ser zilma li dijî jinan û tevgera wan.
parlamenterê Brightonê, Lloyd Russell-Moyle jî xwest zexta li dijî siyasetvan û civaka Kurd bê dawîkirin û ji hikûmeta Ingilîz jî xwest zextê li hikûmeta Tirk bike da ku vê zilmê êdî neke.

Rayedara hikûmeta Ingilîz Wendy Morton bersiv da pirsan û got, ew ji daxuyaniyên reformê yên Erdogan razî ne û siyaseta dagirkirina şaredariyan bi qeyûman jî parast. Gava wê PKK weke rêxistina terorê bi nav kir, Lloyd Russell-Moyle biryara Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê û dadgeha Brukselê bi bîr xist û got, PKK aliyekî şer e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.