Zimanê zilmê, tenê gava li berxwedanê bişike diguhere. Ev guhertin jî ne bi gotinên ji dil e. Weke di "Zerdeşt wiha peyivî" de Zerdeştê Nietzsche dibêje, "Dewlet ji cinawiran ê herî dilsar e. Ew bi dilsarî derewan jî dike û ji devê wê ev derew derdikeve: Ez milet im." Ev dewleta Zerdeştê Nietzsche behsa wê dike, herî zêde bi derewê heye. Ji ber wê jî ew dibêje, "Dewlet bi zimanan hemûyan derewan dike, bi yên qencan û yên xiraban; û ew behsa çi jî bike ew derewan dike, û çî wê hebe jî wê diziye."
Yanî em li bin dev û guhê dewletê bixin jî, ew bi zimanê qencan jî bipeyive wê derew be. Lê axir gava mirov weke Kurd vê dewleta Tirk dibîne, ev dewlet çawa li heman zimanê xwe yê devkî û yê pratîkê her û her vedigere, mirov dibîne, heta ew heye, nabe ku mirov xwe lê sist bike. Dewleta Tirk a ku berê Kurd bi saxî veşartin, dîsa Kurd bi saxî veşartin; wê dewleta gund şewitandin, dîsa gund şewitandin, bajar wêran kirin, zarok pelçiqandin, komkujî, qirkirin kirin, dest avêt jin û zarokan û dîsa û dîsa ev kir. Ji damezrandina xwe ve û heta ji beriya wê ve, hê di kaliya împeretoriya xwe de jî wê ev kir, dugêsinî û pirrgêsinî kir. Û Kurd di helîkoptêrê re avêtin xwarê.
Wê dewletê ne ku hema kesekî din welê di helkoptêrê re careke din avêt xwarê, wê bi zanîn û qest Kurd avêtin xwarê. Yanî ew miletê ku dewleta Tirk hîna ew neşikandî û hîna li ber xwe dide. Ez li Zerdeştê xeyala Nietsche vedigerim, mirov dibêje, belkî behsa Kurdan û dewleta Tirk dike: "Li wê devera ku milet hîna heye, ew ji dewletê fêm nake û jê nefret dike weke nezera xirab û gunehê li dijî adetên exlaqî û mafan be."
Diyar e, heta ku ev dewleta Tirk jî miletê Kurd û miletbûna wî bibîne, ew ê ya xwe bike; yanî xwe bixe şûna milet, milet înkar bike û tine bike. Encam jî qirkirineke sereqet a fizîkî, çandî, zimanî û siyasî ye.
Li navçeya Wanê Şaxê, dewleta Tirk 11´ê Îlonê ne ku Servet Turgut ê 55 salî û Osman Şiban ê 50 salî weke şexs ji helîkopterê avêtin xwarê, wê pirr eşkere ji bo tinekirinê, miletek avêt xwarê. Bi heman armancê jî êşkence li wan kir. Di sala 1987ʼan de dewleta Tirk, Kurd ji helkopterê avêtibûn, armanc dîsa eynî tişt bû.
Qebûla Kurdan, zimanê wan, derfeta xwebirêxistinkirina civaka wan hemû jî gava dewleta Tirk bi miletê Kurd nekariya, çêbûne. Îro jî di vê qaîdeyê de tiştekî guhertî nîne. Kurd weke milet hebin, hebûna wan xurt û xwedî parastineke zexm be, dewleta Tirk wê li xisleta xwe ya herî esasî vegere, ew ê dereweke din bike; bi gotinên Zerdeştê Nietzsche ew ê bi zimanê qencan derewan bike. Ew bibêje, ez Kurdan qebûl dikim jî wê derew be, lê bi Kurdan nikaribe, wê weke vê derewê bike.
Heger nikaribe dest dirêjî Rojava û Başûr bike, ev ê dîsa bi xurtiya miletê Kurd li van deveran mumkin be. Serê ewil ê xurtbûnê jî xwebûn e, afirandina civakî û birêxistinkirina civakê ya daimî ye. Ji bo parastinê hebûna çerxên daimî, ji bo îradeya siyasî hebûna çerxên daimî, li dijî seferên tinekirinê yên zilmê hebûna tevger û pêngavên daimî vê birêxistinbûnê li aliyekî misoger dikin. Li aliyê din ji nîvê sedsala 19ʼan ve teknîk û zanîna teknîkê di hêz û xurtiya desthilatdariyê de diyarker in, wisa be, beşeke parastina li dijî van desthilatdariyên êrişker û dagirker jî wê bibe çerxên pêngavên teknolojîk û bi pêşxistina rêbazan li dijî dagirkeriyê be.