Dijminên biharê û anîna biharê

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 4 Adar 2024 - 00:22

Temamê gotara mîtolojiya avaker a miletê Kurd xwe disipêre, hatina biharê carinan jî anîna wê. Va ye bihar tê. Bihar bi 8’ê Adarê û 21’Adarê niha tê. Berê, berê ya beriya me… Halo bi carekê nedihat. Ji "zîpa" heta bi "newroza" sersal, ji bo ku bihar bê dua, xêr, qurbanî, seyran, pîrozbahî, hema bi her awayî amadekarî dihatin kirin. Belkî ne wilo bûya, bihar nehata. Erê ne hêsan bû ji "Adarû" heta bi Newrozê, bi çarşemên reş û sor, mirov xwe ji destê zivistanê xilas bike.

Niha weke ku hêsantir be xuya dike, dîsa ne wilo ye. Heta me anî vir ji salên 1990’î heta îro, anîna biharê ya nava civaka me hîç ne hêsan bû. Ji bo ku bihar neyê, dewleta Tirk xelkê bêsîleh, bi destê cerd û çeteyên xwe yên herî xedar qetil kirin. Li gundan û li bajaran. Li bajaran, bi destê hin kesan ev kar dan kirin ku ji xwe re dibêjin Kurd; lê bijîşk, doktorên diranan, parêzer, rojnamevan li navçe û bajaran Kurdan qetil kirin. Çima? Da ku bihar neyê. 

Lê bihar her hat. Niha ew kesên ku tetikkêş bûn yan jî tetikkêş di malên xwe de hewandibûn, qaşo xwedî li nirxên Kurdan derdikevin. Ka bila Newrozê weke adetê pîroz bikin û em bibînin, ew çi qasî Kurd in. Axir ew ne bi destê xwe bûn, bi destê xelkê bûn. Lê herî zêde bi destê dewleta Tirk bûn û îro jî bi destê hikûmeta Erdogan tên xwedîkirin; Erdogan ew veguherandin sîleheke li dijî Kurdistanê û bi wan jî êrişî Kurdistanê dike. 

Hinek radibin dibêjin, "Tevgera Kurd hazir e bi dewleta Tirk re rûne, çima ne hazir e bi çeteyên wan ên Kurd re rûne?" Ma hema, hîç haya we ji bayê felekê nîne! Heta edalet pêk neyê, wicdanê xelkê vê qebûl nake. Tu dikarî bi dijminê xwe re bi rehetî şer û muzakere bikî, lê bi qatilan re bêyî misogerkirina edaletê û lihevbihurînê, texeyula normalkirina têkiliyan û rewşê, tenê lawazkirina xisleta miletbûnê ye; heta rengekî din ê şikandina rûmetê ye.  

Niha jî dixwazin li Başûrê Kurdistanê bikin ku bihar neyê. Dewleta Tirk li Şengalê êriş dike, li Kelarê êriş dike, lê li Silêmaniyê bi awayê herî bênamûs êriş dike. Li Silêmaniyê rengê tetikkêşên wan nîşan dide ku ew zilamên wê çerxa salên 1990’î ne. Wê çerxê bajar û navçeyên Kurdistanê veguherandin darbestekê. Her kesê li bajêr ditirsiya ku dîtira rojê bikeve darbestê. Sûkên li bajaran beriya reş bikeve erdê xalî dibûn, dikanan derabeyên xwe dianîn xwarê. Bi tirsê, êriş dikirin. Bi destê rêxistinên xwe yên kontra yên weke JÎTEM, Hizbul-Kontra — ew çi navî li xwe dike ne mesele ye, navê xelkê ew pê nas kir ê rast e — tirs dixistin nava dilê Amed, Farqîn, Batman û Nisêbînê. 

Niha bi heman terzî û bi îhtîmaleke mezin bi destê şagirtên wan qatilên beriya niha, êrişî Başûrê Kurdistanê jî dikin. Dr. Abdulkadir Sabri Toprak ev 12 sal bûn li nexweşxaneyeke li Silêmayê bijîşk bû. Ji ber zilma dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê li starê geriyabû, endamê HDP’ê bû. Li ber devê xwaringehekê, qatilan Dr. Sabri Toprak ê ji Bedlîsê şehîd kir. Yên ku destê wan li qetilkirina wî geriya, navê wan çi dibe bila bibe, rengê wan û baweriya wan çi dibe bila bibe, heman qatil in. Eynî ew qatilên ku sermeselê, Dr. Edward Tanriverdi Kanûna 1994’an li Midyadê qetil kirin, tenê ji ber ku xiristiyan bû û ferza bijîşkiya xwe bi cih dianî. 

Kî van kuştinên li Başûrê Kurdistanê normal bibîne, yan xafileke/î mezin e yan jî li nava benda qatilan de cihê xwe digire. Hîna rêbazên wê li Kurdistanê bela xwe ji xelkê venekirine, hinek radibin dixwazin "Hizbul-Kontrayê" normal û adetî bikin. Bila li qisûrê nenihêrin, hîna ew qatil li dijî biharê şer dikin, hîna ji ya xwe nehatine xwarê. Hîna pêjna wan û a mirinê yek e. Lê bi hezaran sal e ku me şahidî lê kiriye, bihar tê. Û gava nehat jî ew gulîmor û xweşmêr dizanin biharê bînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.