Aqlê Kurdistanê ji Kurdistanê direve

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 11 Adar 2024 - 01:10

Rêyên bazirganiya global û enerjiyê dinyayê ji nû ve dîzayn dikin. Tesîrên vê yekê li seranserê dinyayê xwe didin der. Bandora wê li Kurdistanê jî dibe û ji bo Rojava û Başûrê Kurdistanê tesîrên wê yên yekser xwe didin der. Aktorên mezin ên weke Çîn, Rûsya, DYE û bi giştî NATO li aliyekî, aktorên herêmî yên weke Tirkiye û Îranê li aliyê din, her yekî hespê xwe li vê guherê dibezîne. Li ser vê sifra guran, tenê aqil dikare Kurdistanê biparêze.

Lê aqil çi dike? Ev çendek e li Başûr çavdêriya wê yekê dikim ku aqilê rewşenbîriya rûniştî, beramberî desthilata heyî her reşbîn e. Ev reşbîniyeke vegir e; vegirtiye qismê herî mezin ên civakê jî. Ev reşbînî li cem wan radeyeke welê ku hêviyeke piçûçik a li Başûr peyda bibe jî bi wan re nemaye. Yanî reşbîniyeke ne bi ecêban heye. Felateke li Başûr di wê reşbîniyê de nîne û ev yek jî rewşenbîriya bicihbûyî ya li Başûr atil û betal dike. 

Gava rewş ew be, mirov berê xwe dide ciwanan, yanî rewşenbîriya nûdigihe, aqlê ciwan, aqlê siberojê yê Kurdistanê. Ew reşbîniya bi rewşenbiriya rûniştî ya li Başûr re, tesîreke mezin li aqlê ciwan ê Kurdistanê dike. Lewma piştî tecrûbeyên kurt û çend şikestên civakî û siyasî, aqlê ciwan li rêyên felatê yên li derve digerin. 

Helbet aliyekî meseleyê yê siyasî heye. Yanî siyaset jî dixwaze aqlê ciwan ê Kurdistanê beramberî wî sertewandî be, yan jî derkeve û biçe. Ev aliyê meseleyê belkî tenê bi rêya lêkolînên berfireh were terîfkirin. Yanî lêkolîneke esasî ya bi aliyên meseleyê hemûyan re ya ku karibe di dawiyê de bibîne, çima desthilatek hîmê siberoja xwe bi destê xwe tine dike. 

Lê em li gotara xwe vegerin; nexasim ew nifşê rewşenbîriyê yê ciwan ê ku rexneyan li desthilata heyî digire, dixwaze nîzamê, rêûresm û avahîsaziya wê ya xwe disipêre du xêlan û xêl û eşîrên li dewrûbera wan, biguherîne, li duriyanê ye: Û para bêhtir berê wî li bicihhiştina Kurdistanê ye. Ev tirseke mezin e li ser siberoja temamê Kurdistanê. Nemana aqil, civakê ewçend birîndar dike ku hatina ser hemdê xwe dikare bi dehan salan dewam bike.

Nifşê nû yê rewşenbîriya Kurdistanê, li kîjan parçeyî dibe bila bibe, divê meydaneke xwe ya jiyanê û tesîrkirina li civakê hebe. Lazim e ku ew derfet ji bo aqlê nûdigihe yê Kurdistanê hebe da ku li Kurdistanê bimîne. Yanî li derveyî rageşiya siyasî, lazim e aqlekî çê yê giştî yê Kurdistanê hebe û xwedî deng be ku tevahiya aliyên siyasî razî bike li ser wê yekê ku xwe li rexneyên vî aqlê ciwan karibe ragire; meydanekê jê re bihêle ku hêviya vî aqlî hebe û ew aql berê xwe nede bicihhiştina Kurdistanê.

Li Başûrê Kurdistanê desthilatê bi derbederkirina qismekî ji aqlê xwe yê herî neqane, di bîst salên dawiyê de xwe bi xwe birîndar kiriye, nabe ku nifşekî din bê derbederkirin û birîna heyî xedartir bibe. Bi gotinên maqûl û xweşbîniya beramberî hev, hem çapemenî, hem civaka sivîk, hem rewşenbîr û hem jî aliyên siyasî yên cihê lazim e li ser vê meseleyê hev qanih bikin, û weke meseleyeke siberoja neteweya Kurdistanê, di ser berjewendiyên ferd, malbat û xêlan re li meseleyê binihêrin. Ciwanên pir pak û biaqil ên Başûrê Kurdistanê hene û nebûna meydaneke ku hêviya wan lê hebe, eybeke mezin a tevahiya aliyên Kurdistanê ye. Weke endamekî nifşê beriya wan, eyba min e jî. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.