Çiya welatê felata Kurdan in

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 25 Adar 2024 - 00:55

Çiyayên asê ne lazim e ku bilind bin. Asêbûna wan hem star e û hem jî esas zehmetiyeke mezin e. Li cihê asê ne zozan hene, ne tu dikarî bax, baxçe û rezan deynî. Jixwe, dexl jî çênabe. Lê ka xwedê çawa kiriye nizanim. Di navbera Sengeser û dilê Qendîlê de gundek heye. 

Navê wî gundî "Beraw" e. Ava wê jî esas bestek e. Li cihekî ecêb asê hatiye lêkirin. Bivê nevê, mirov meraq dike; min jî pirsî ev çawa dibe, xelkê vî gundî çi dixwin, çawa dikin? Diyar e li vî gundê çiyayên asê, xelkê gund xwedî pez e. Lê li hawîrdorê ti zozan jî xuya nakin, ew pez çi dixwe ji bo xwedê?

Axir kesekî şareza ji min re xweşik rave kir û ez jî lê serwext bûm: Li pişta vî geliyê asê, li aliyê başûr û her wiha ber bi rojhilat ve jî mirov xwe ji gelî xilas bike, zozan hene. Yanî gundî pezê xwe dibin zozanan û li vî cihê asê jî dimînin, vê deverê şên dikin. 

Heger cihek ji te re bibe welat, tu illehî wir şên dikî. Mesele ew e ku ew dever ji te re bibe welat. Xelkê Berawa ser bi Sengeserê, ev geliyê asê ji xwe re kiriye welat. Roja Newrozê min gundê wan dît, roja Newrozê min şahiya li Binarê Qendîlê jî dît. Xelk çawa bi hezaran tê, konan vedide, ne guh dide baranê û ne jî sermayê: Mesele ew e mirov cihekî ji xwe re bike welat. Ji bo welatê xwe jî mirov dikare ne îşê ecêban bike: Mirov dikare li çiyayên herî asê yên dinyayê jî gundan ava bike û wan şên bike. Mirov dikare di navbera çar çiyayên asê li rasteke teng de şahiyeke Newrozê li dar bixe ku bi hezaran mirov ji seranserê Başûrê Kurdistanê biçinê. 

Ma ne, jixwe Newroz jî welatbûna Kurdistanê ye: Kawayê Hesinkar van çiyayan ji ciwanên Kurdistanê re dike welat û ew ji wî welatî tên da ku welatê bavkalên xwe rizgar bikin. Yanî rizgarkirina welat û çiya jî ji bo Kurdan hema bibêje hevmane ne. Kurd çawa li rizgarkirinê bêyî çiya bifikirin? Ne mumkin e. 

Ji ber wê, siyaseta niha ya herî xirab û bi tehlûke ji bo Kurdan ew e ku aliyekî Kurd hevkariyê dike da ku serên çiyayên Kurdistanê bên dagirkirin. Yanî, dibe hevkarê birrîna rêya felata Kurdistanê. 

Lazim e her aliyê siyasî karibe li ser vê yekê tifaqê bike: Ti aliyê Kurd ne xwedî wî mafî ye ku hevkariyê bi dagirkeran re bike ji bo dagirkirina çiyayên asê yên Kurdistanê. Gundên weke Beravê, divê mekanên daim azad bin, çiyayên asê daim welatê felata Kurdan bin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.