Jibîrkirina gotina destanan

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 29 Çile 2024 - 03:45

Salvegera rizgarkirina Koban(iy)ê di ser me re bihurî û bivênevê min ji xwe pirsî: ew rojên ku tevahiya çavên dinyayê, çê û xirab li wê nuqteya piçûk a li ser dinyayê asê bûbûn, wê çawa bên bibîranîn? Yan jî çawa bên jibîrkirin? Jibîrkirin esasê bîrê ye. Bêyî jibîrkirineke bi rêkûpêk, bibîranîneke tekûz jî ne mumkin e. Gava van dibêjim, helbet berê min li wêjeyê û qismî li hunerî bi giştî ye; û min niyet e behsa wê bikim.

Çend çîrok, bibîranîn, film, belgefilm û kurtefilm li ser meseleyê hatin çêkirin, di warê romanê de jî bi qasî ber çavên min ket, du berhem hene. Lê piştî ku mesele sar bû û em êdî salvegeran dijimêrin, ew elaqeya destpêkê heyî kêm bû.

Ez eşkere bibêjim, heta ku romana wî şervanê li Cizîrê guleya dawî bi xwe de teqandiye, neyê nivîsandin, û wilo xweşik! Kurdan behsa Cizîrê nekiriye; sed romanan jî hingê behsa Cizîrê nekiriye. Tevahiya rexneyên siyasî, civakî û leşkerî yên li ser babetê jî pûç û belaş in. Ha ew çend romanên bi dizîka behsa meseleyê dikin, tenê nîşana deyndariya me saxan e.

Herçî Kobanê ye, divê hê bi rêk û pêk romana Apê Nemir bê nivîsandin; wilo tekûz. Divê ne di cihekî de bibe “scene”ek. Romanek, filmekî sihê divê li ser Arîn Mîrkan jî hebe. Ma dibe ku hema wilo ew bibe karakterek ji karekteran û em bibêjin me behsa wê kir. Em û nivîskarên me, heta em behsa wan nekin, em yan deyndar in, yan jî mêhtingeh. Her du jî ne ti hal in.

Di resm, peyker û şanoyê de jî em deyndar in yan jî mêtingeh. Qey lazim e em çend salvegera di ser xwe re bibihurînin ji bo ku em her in, li serpêhatiyan bipirsin, karekteran xweşik ava bikin, çîrokeke xweşik deynin û binivîsin, dîmenan bigirin, li ser sehnê derbihênin? Ma nabe beriya ku em ji bîr bikin, vê bikin? Ev xemsariya, yan rehetiya mêtingehbûnê ye, ez jî pê nizanim, lê ku ji bîr çû û ji bîrkirin awayê herî xurt ê bibîranînê ye - çima ku ew mutleq e - tişta em ê bi bîr bînin diyar dibe: Ne heqîqeta wê rojê û ne jî heqîqeta wan kesên wê rojê.

Bi ya min ev gunehekî mezin e jî, lê ka em çawa bikin? Li Kobanê bi xwe, yan jî li bajarên din yên Rojava, divê di warê hilberîna wêje û hunerê li ser berxwedana Koban(iy)ê ti kes xwe bi hêviya derve nehêle. Qey êdî fermaneke nenivîsandiye û divê ev kar jî bi destê xelkê wir bibe; bi hêvî me 12 salan nifşekî li wir bi Kurdî xwend û dora wan a hilberandin û afirandiyê. Lê Sûr, Silopiya, Cizîr, Nisêbîn? Divê em xweşik ji xwe bipirsin, gelo em dixwazin gotina destanan ji bîr bikin. 

Carinan hin kesên ji xelkê ne Kurd ji min dipirsin, çanda Kurdan çi ye? Pirseke eyb e,  esas, lewma ji kêm kesan ev tê pirsîn, lê axir gava lê dihizirim, wisa yek ji stûnên stûr ên çanda Kurdî, gotina destanan e. Em xwe ji xwe jî ji xwedê jî dikin gelo? Çima em behsa wan jin û mêrên bi hezar jin û mêrên zemanî, xweşik nakin? Em destanên wan nebêjin, em ê yên kê bibêjin? Bersiva van pirsan a ehlê gotinê û vegotinê, wê ji gotinên min ên di vê biwarê de çêtir be. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.