Silêmanî caran û Silêmanî îro

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 26 Sibat 2024 - 00:32

Kê Silêmanî berê dîtibe, ilehî bi xweşî bi bîr tîne. Di nava sedemên zêde de jidilbûna xelkê wê heye. Li sûka wê ji Helebce heta bi Hewramanê her tişt peyda dibe. Mirov ji xerîban re jî ji xelkê deverê re jî qenc in, amade ne alîkariyê bikin. Ava hinaran mirov heger li Helebceyê venexwe, helbet wê li Silêmaniyê vexwe. Ji hemûyan jî li pêştir, li Silêmaniyê mirov xwe rehettir û heta azadtir hîs dike, li gorî li Hewlêr yan jî li Dihokê. Lê helbet ev azadiyeke nisbî ye û xwe nasipêre siyasetê, lê xwe disipêre çandeke cihî ya ku li ser dîrokeke bêhtirî du sed salan ava bûye.

Silêmanî bi lez diguhere û bi hizira min ne bi hemdê xwe diguhere. Ev guhertin sed heyf û mixabin ne yeke erênî ye. Kêfa li dezgehên kitêban ên li meydana li hember Serayê nemaye weke berê. Û qehwexane jî ne yên berê ne. 

Gerçî çayxaneya li "nawşar" a ku ji qewlê xelkê bajêr ve, "Behdînî" dişixulînin, çaya herî xweş a bajêr çêdikin û ev yek îro jî neguheriye. Lê ew rûniştina li wan qehwexaneyên dîrokî ku hîna jî bêhna Şêrko Bêkes, Abdula Goran ji wan tê û wêneyên am û tam, her kesê biyanî û xelkê deverê yê çûye wan qehwexaneyan bi dîwarên wan ve daliqandiye, êdî ne weke berê ye. Guhertineke besît e belkî lê îşaret bi tiştên muhim dike: Carê jî çixare li wan dihat kişandin, lê vê carê ne bi ecêban çixare li wan tê kişandin. Dû weke mijê girtiye nava wan qehwexaneyan. Hem her kes dikişîne û hem jî zêde zêde dikişîne. Çi qewimî li vî bajarî ku xelk bêhtir çixarê bikişîne.

Ma pereyên wan zêde bûn? Na, na! Bileks, xelk bi giştî feqîr û hejartir bûye. Û ji xwe dibe ku sedema kişandina çixarê ya zêde, ev feqîrî û xizanî be. Helbet kêmbûna ewlehiya civakî, aborî û siyasî jî xelkê ber bi kişandina çixarê ve daf didin. Mesele besît in, lê ne besît in jî: Sermeselê, îsal mamosteyan ji ber grevê demeke dirêj dewama xwe nekir. Ew ê niha belkî sê mehan dewamê bikin û karne û notan bidin xwendekar û şagirtên xwe. Ew xwendekar û şagirt pê dizanin ku ji gelek tiştan mane û ev ewlenebûnê bi xwe re tîne. Ez ê behsa êrişên dewleta Tirk ên bi destê sîxuran û bi droneyên bi sîleh û destwerdanên siyasî û leşkerî yên Îranê nekim; ew jî meseleyeke din in.

Ne ewlehî li aliyên din jî hene. Xweseriya herêmê her diçe lawaz dibe. Dadgeha Federal êdî gelek qanûn û qaîdeyên rêveberiya Hewlêrê yan betal dike, yan jî ji nû ve dîzayn dike. Ev jî dike ku xweserî di warê mûçedanê, heta qanûnên hilbijartinê de lawaz û qels bibe.

Aboriya xirab, hin rê û dirb ji xwe re vekirine da ku ewqasî jî ne xirab be. Yanî ebora xelkê xirab e, lê niha rêyên weke tûrîzma ji deverên din ên Iraqê, li bajêr xwe dide der. Dîmenê bajêr jî li gorî wê diguhere. Li wan deverên carê xelkê Silêmaniyê rûdinişt û dendik li ber çayê dixwarin, niha bi hezaran tûrîstên Iraqî diçin û tên. Gava mirov li wan deveran rûne jî ji îzdîhamê mirov tiştekî ji xwe fêm nake. Aboriyeke ku bi temamî berê xwe dide van tûrîstan jî sermeselê li ser "Cadey Salim" bi pêş ketiye, tevî otelvaniyeke mubalexekirî ya li "nawşar" û "Eqarî".

Tişta ez pê herî zêde xemgîn bûm jî guherîna adeta bazarê bû. Caran ku mirovî buhayê tiştekî dipirsî, yê hember ilehî digot "mîwanim be", ev nezaketa bazara Silêmaniyê bû. Paşê ku bihayê tişta xwe digot jî, kesî bazar nedikir. Ebora xelkê ya xirab, adetên bazarê guhertine, gelek mirov êdî bazarê dikin. 

Di nava deh salên bihurî de herî zêde van sê salên bihurî Silêmanî êşandine. Lê ciwan hîna li bajêr pir in û ev jî hêviyê dide mirov ku ew karibin bajêr li siheta wî ya berê vegerînin, helbet şertê ewilî jî ew e ku siyaseteke bi sihet li bajêr û temamê Başûrê Kurdistanê vegere.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.