Azadiya Ocalan aştiyê vedijîne

În 19 Nîsan 2024 - 00:44

Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan, girîngiya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ji bo gelê Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd, mamosta Awat Reşîd û nivîskar Berhem Kake Zalî axivîn. Mamostayê bajarê Silêmaniyê Awat Reşîd diyar kir ku ew weke Kurdekê bang li civaka navneteweyî dike ku zêdetir zextê li dewleta Tirk bikin ku birêz Ocalan azad bibe, da ku bikaribe bi awayek azad bijî û gelê Kurd birêve bibe, her wiha mafê wê yekê hebe ku bikaribe bi awayek azad li ser axa xwe û welatê xwe bijî. Awat Reşîd li ser sedemên girtina Rêber Ocalan jî wiha got:“Hêza wî ya fikrî û felsefeya wî ya azadiyê hişt ku dijmin û neyar roj bi roj zêdetir ji wî bitirsin. Lê belê tevî ku ji sêyan yekê temenê xwe di girtîgehê de derbas kir jî, lê fikir û felsefeya wî zêdetir belav bû. Navê wî wê di dilê her çar parçeyên Kurdistanê de zindî bimîne. Erka me ye ku em hewl bidin û daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bikin. Ev rêberê fedakar bi salane di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de ye. Niha dema azadkirina wî ye ku bi azadî bijî û wek hemû serokên cîhanê li her çar parçeyên Kurdistanê rêbertiya neteweya xwe bike.”

Nivîskar û rewşenbîrê Silêmaniyê Berhem Kake Zalî jî bal bire ser azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û got:“Di ser girtina Rêberê me Ocalan ya li Girtîgeha Îmraliyê re 25 sal derbas bûn. Vê yekê bi serê xwe bandorek mezin li ser sistbûna pêvajoya aştiyê li Tirkiyê kiriye. Niha azadiya ku li Tirkiyeyê hebû jî, ji aliyê hikûmeta faşîst ya Erdogan ve hatiye tepisandin. Ev yek jî bûye sedem ku pêvajoya aştiyê ya çareseriya pirsgirêka Kurd di Destûra Bingehîn ya Tirkiyeyê de pêvajoyek sist be. Ji ber vê yekê heta ku li Bakurê Kurdistanê azadiya bêşert û merc ji bo çalakvanên siyasî pêk neyê, wê pêvajoya aştiyê ewqas bi sistî bidome. Li gorî makezagona xwe mafên gelê Kurd weke gelê bindest jî nedîtiye. Rêber Ocalan jî yek ji sedemên herî mezine ku pêvajoya aştiyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurde li Tirkiyeyê.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.