Zimanê azad jiyanê azad dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 8 Çile 2025 - 02:55

  • Nivîskar Feratê Dengizî diyar kir ku divê kurd dest ji heyran û bengîtiya serdestên xwe ya zimanê wan berdin û got: "Kesîtiya azad, civaka azad, jina azad, jiyana azad bi azadiya ziman û wêjeyê pêkan e. Pêwîstî bi azadiyê heye, bi ronahiyê heye, nivîsîn, xwendin rohahî ye."

ROZA METÎNA / AMED

Nivîskar Feratê Dengizî têkildarî çîroka nivîsandinê ya xwe, têkildarî naveroka berhemên xwe, girîngî û taybetmendiya ziman û wêjeya Kurdî de nirxandin kir. Feratê Dengizî her wiha bal bir ser pêwistiya pêşketina ziman û wêjeya Kurdî û got: "Divê teqez em bi sazî û dezgehan, zimanê xwe, wêjeya xwe û helbet çanda fireh û xurt bikin, bigihêjin çandên din ên dunyewî û gerdûnî. Ev xwedîbûna civakî ye, azadiya civakî ye û bêyî vê qet nabe."

Feratê Dengizî di destpêkê de bal bir ser beşa ewil a wêjeyê ya ku nivîsandiye her wiha behsa çîroka xwe ya nivîsandinê kir. Feratê Dengizî wiha got:"Li civaka ku tê de dijiyam, nakokiyên bindestiyê pir zêde bûn. Neyartiya li gund a di nav azbetan û eşîrên derdorê de ne bes e, îcar çûyina dibistanê û bê nasname û bê zimanî bû zêdeya ser kezebê, wer eciqîm û ciyê hest, raman derkirinê tune bû. Jiyan dibû dojeh û kesayet serobino… Bişaftin û qedexe, zordariya nezanîn û paşê bişaftina bi Tirkî bixwe kesayet dieciqand û her bi pirs-pirsgirêk, nakokî û esabî bûm. Li rêyekê digeriyam. Lê her bi çand û zimanê xwe re bûm. Ku min xwe, zimanê xwe nas kir û nivîsîna min jî pêşde çû, min derd û kulên xwe bi helbestên zimanê xwe da der. Lê bi helbestan têr nedibûm, gotar û çirokan, kurteçîrokan serî da, lê ji ber ku jiyana min bi siyasetatê hatibû rêsandin, bandora siyasî li ser nivîsên min, em bibêjin li ser wêjeya min çêbû, bi xwezayî. Lewra derd û kul bi vê cihokê re diherikî, evîn û hezkirina jiyanê jî wer nixumandî. Azadî çû pişt giyaran. Dîsa dikarim bibêjim ku nivîskariya min li girtîgehê destpê kir û geş bû. Lewra li derve qedexeya li ser ziman û veşartina nivîsan derdekî giran bû, gelek nivîs man di qulên dîwaran de. Li girtîgehê nivîs bêhtir bi derfet bûn. Dikarim bibêjim ku ez ji nifşê nivîskarên girtîgehê me."

Li girtîgehê mamostetiyê dike

Feratê Dengizî di heman demê de behsa berhemên xwe û naverokên wan kir. Feratê Dengizî wiha dewam kir: "Ji ber hezkirina ziman û çandê, li girtgehê min mamostetiya Kurmancî kir, jixwe li derve jî min rêveberiya NÇM û rojnameyê kiribû. Pir li ser mantiq û felsefeya zimên diramiyam, min dixwend, dinivîsî, wisa ligel helbest û kurteçîrokan karê wergerê jî derket. Min gelek berhem ji Tirkî wergerandin Kurmancî. Naveroka wergeran têkildarî êşên mirovan ên di nav teşeqeleyê û bindestiyê de bûn; C.Sands li ser guftegota gund-çolwarî-xweza û bajaran de, ya M.Şolohov pişt Şerê Cîhanê yê II. malwêraniya mêrekî û zarokekî; ya Margosyan Taxa Gawiran a Xançepeka Amedê, yên ku em jiyana wan hebikî bêrî ne, ya N. El-Sadawî zordestiya li ser jin û belengazan ên B.Yidiz û Y. Kemalî jî bindestiya hest û jiyana yên din ên devrî pergalê bûn de ku min dixwest zimanê min î gewre bi van wergeran dewlemend bibe û asta wî bilind bibe. Bi qasî zanîna xwe wisa difikrîm û bi ya min baş bû. Çapa wan zêde bibe dê xweşiyek be. Helbest, kurteçîrok û gotarên min bi tevlêbûna rewşa siyasî êş û azarên zarokên qemer, sêwiyên vê jiyana bênamûs, ên berxwedan, têkoşîn û kul û derdên jiyanê ne, naveroka wan bi hezkirin, evîna hebûn a çand û ziman û bindestiyê bi Kurdewarî neqişiye. Hemû pirs in; gelo ev jiyan, dinya alem ji min (ji me Kurdan, ji bindestan) çi dixwaze? Helbet tije evîn û hêviya azadiyê ne jî… banga jiyana azad in."

Ez evîndar û aşiqê vî zimanî me

Feratê Dengizî girîngiya zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî wiha şîrove kir:"Kurdî û wêjeya Kurdî xwedî paşxaneyek dîrokeke dirêj a çanda mirovahiyê ne. Xweşherikîna banga Zagrosan a bi berbangî ku bihuşta ser rûyê dinyê û her di bin êrîşan de ne, di bin zilm û zorê de ne, tune tên hesibandin, divê qêrîn û awaza Baba Tahirê Ûryan/Hemedanî û Mestûre Xanim a mirovanî û evînê û ku li hember neheqiyê, li hember zor û zordestiyê berxwedana jiyanî ye qut nebe. Kurdî û wêjeya Kurdî ji me kurdan re asta hebûn, tunebûn, azadî û evînê ne. Em ê bi xwe, bi çanda xwe, bi evîn û hebûna xwe li ser xaka xwe ya pîroz î qedîm azad bijîn û tevlî civaka mirovahiyê bibin an na! Rewş ewqasî zelal e. Divê em li hebûn û koka xwe xwedî derên an na! Encam bindestî, dîlî û tunebûn e. Ji min re ewqas girîng û jiyanî ne; wek nan û av, hewa û axê ne. Ez bengî, evîndar û aşiqê vî zimanî, vê çandê û vê axê me. Divê bi van re azad bijîm, an na mirin helal î xweş. Ma girîngiya şîrê dayikê tê niqaşkirin. Ji me Kurdan re wêjeya bi zimanê me, zimanê me ev e. Ma ne wêje awaz û hunera derkirina derdan û ya hebûnê, neqş û delaliya jiyanê ya bi zimanê dayikê ye."

Jiyana azad bi azadiya ziman pêkan e

Ferhatê Dengizî li ser pirsa "Ji bo pêşketina ziman û wêjeya Kurdî pêwistî bi çi heye? " wiha nirxandin kir: "Pêwîstiya pêşîn, lêxwedîbûn û ji ber fedînekirin e. Serdest û mêtingeran wisa kesayetiya me ziman û çanda me biçûk xistine ku em jê bi dûr ketine. Divê em dest ji heyran û bengîtiya serdestên xwe ya zimanê wan berdin, helbet em ê zimanê wan zanibin, biaxivin, lê ne heyran û dilhebînê wan bin, divê em bi zimanekî şîrîn hev îqna bikin, ne bi tehn û zimantehliyê. Carinan tiştên em ji hevdu re dibêjin, ji dijminê xwe jî re nabêjin. Ev berxwedana kesîtiya azad e. Divê berxwedana dijberî vê, bi xweparastina ji nijadperestiyê re; xwedibûn û bikaranîn ewqasî jiyanî û doza azadiyê ye. Divê em kes, malbat û civak pêşîn, bê dudilî vê peywirê bînin cî. Jiyana xwe, bazara xwe, siyaseta xwe bi çand û zimanê xwe pêk bînin û bijîn. Bi saz û dezgahan xwedîbûn jî gava duyemîn e. Divê teqez em bi sazî û dezgehan, zimanê xwe, wêjeya xwe û helbet çanda fireh û xurt bikin, bigihêjin çandên din ên dunyewî û gerdûnî. Ev xwedîbûna civakî ye, azadiya civakî ye û bêyî vê qet nabe. Doza fermîbûna ziman jî baş e, lê vêna ewqas jiyanî nabînim; lewra ziman bi fermîtî dibê xwedî derfetên zêde lê ji çanda xwezayî qut dibe, teng dibe, dikeve nav dîwarên fermiyetê. Ka zimanê fermî yên xwedî derfetên mezin û fireh weke Babîlî, Akadî, Latînî li ku ne? Kurdî bi wan re demdaş e, yê heman dem ê ne, lê heye, çima, ji ber ku civak lê xwedî dertê û pê dijî. Kurdî civakî ye, xwezayî ye, dayikî ye, awaza dilê dayikan e, divê esas em bi çand û zimanê xwe bijîn, Kurdewar bijîn, lê helbet fermîtî jî derfetan dide, lê bi ya min hişmendiya jiyanî, civakî-wejeyî lêxwedîbûn jiyanîtir e. Ji dayikê, ji şîrê dayikê nedûrbûn e. Lewra Kurdî bi heman wateyê dayikbûnî, jinbûn û jiyanîbûn e. Zimanêkî mê, xwezayî û jiyanî ye, banga dilê dayikan a dil û jiyana wan û ya evîna xwedawendan e. Ji bonî pêşketînê berxwedan û xwedîbûna kes, civak û doza fermîbûnê yanî têkoşîna siyasî esas e. Helbet bingeha her tiştî perwerdehiya bi zimanê dayikê ya zarok û ciwanan e ku pêşeroja civakê xurt, xweşik î zelal û azad bibe. Kesîtiya azad, civaka azad, jina azad, jiyana azad bi azadiya ziman û wêjeyê pêkan e. Pêwîstî bi azadiyê heye, bi rohnayiyê heye, nivîsîn, xwendin rohahî ye."

Ziman û wêje gerdûn in

Feratê Dengizî têkiliya di navbera wêje û ziman de wiha şîrove kir:"Wêje û ziman wek du rûyên kaxizê ne. Çawa kaxiz bi hebûna xwe dualî ye; jiyan jî dualî ye; çêyî-xerabî; rohnî-tarîtî…. îca ev ê çawa zelal bibin; bi ziman û wêjeyê. Ziman xwederkirina xwezayî, hebûnî û jiyanî ye, lê bi wêjeyê ev derkirin zelal, lihevhatî, qeşeng, dilhenûn, dilhebîn û xweşik dibe, wek ava paqij. Wêje, vegotina, peyva dildarî, ziman hest, dil û mejî ye; em jiyanek çawa, dezgeheke çawa, birêvebirinek çawa, evînek çawa, civakek çawa, têkiliyên çawa dixwazin? Evîn û awaza ava çiyê, banga deşt û zozanan, bayê xweşnerm ê evîna dilhebûnê zar û ziman e, ijar zarê wêje ye jî, bi helbest, kurteçîrok, roman, huner û her wisa tê derkirin, neqişkirin. Ma ne helbest lorîna dil e û bi kurteçîrok û çîrokê re dibe avherîkîna ruhê romanê û her wekî din beşên hunerê û xwestek- armancên me kul û kederên me tên ser ziman bi zar dibin û dibin dengê civakî yên xwezayî û gerdûnî/ê. Yanî ziman û wêje xweza, hebûn û gerdûn in. Ji hev naqetin. Bi hevrêsiyek hezkirin û azadiya hebûn û evînê ne. Baran û bahoza esmanî ne."

Bandora ziman û wêjeyê 

Feratê Dengizî di heman wextê de behsa bandora ziman û wêjeyê ya li ser pêşketina civakê jî wiha nirxand:" Ziman û wêjeya civakekê, ya gel û neteweyekî tune be, ne azad be ew civak dê qels, dîl, bindest û ber bi tuneyiyê ve here. Lê wêjeya mirovîn divê dûrî nijadperestî, xwînxwarî û kedxwariyê be. Ziman û nexasim wêje civakê bi xwezayiya xwe ji hovîtî û direndeyiyê ber bi mirovbûne kedî dike, xweşik dike, dixemilîne. Yanî civakê perwerde dikin, dikin xedî hişmendiyek dîrokî-civakî-bawerî-hebûnî û ber bi mirovbûnê, mirovbûnek bi civaka xwe û civakên din re lihevhatî, yanî ber bi jiyanek demokratîk û însanî dibin, ber bi jiyanek aram û aştiyane dibin. Tevlî haletên xwe yên hewcebûnê, hewcebûna jiyanê ber bi guhertin, modernî û pêşveçûnê dibin, şoreşa zihniyetê ya hişmendiyê li dar dixin. Helbet di jiyana me ya niha de serdestiya modernîteya kapîtalîst heye; lê ziman û wêjeya heqîqetê civak/civakan ber bi modernîteya demokratîkî însanî dibin, dixwazin civakê ji nîrê bindestiyê xelas bikin, bextewar û bi hebûna xwe şa bikin. Ziman û wêje li ser civakê ewqas bi bandor in ku ev bandorek jiyanî û hebûnê ye. Dike ku mirov bi jiyanek liyaqî mirov re bigihên hev û helbet ev jî têkildarî hêz û tekoşîna gel bixwe ye, sînorê hestên dil û mejî, sînorê raman fireh dike, asoya mirov a raman û fikir fireh dikin. Ji bonî me Kurdan mînaka destana Memê Alan û ya Mem û Zîna Ehmedê Xanî yê nemîr li ber çavan û mînakên evîn, şabûn û pêşdeçûnê ne."

Têkoşîna li dijî êrişên li ser ziman 

Feratê Dengizî bal bir ser têkoşîneke çawa ya li dijî êrişên li ser ziman û wejêya Kurdî û wiha bi dawî kir: "Têkoşînek xwedîbûna li ziman û wêjeya Kurdî ya jiyanî û hebûnî lazim û jêneger e. Wek qada/şerê hebûn û tunebûnê ye. Hişmendiyek kesîtî-civakî-şoreşgerî, siyasî û komeletî-sazîtî divê. Hevgirtinek gelîtî, neteweyetî, civakî û nexasim a siyasî, çandî û wêjeyî jênegere. Dîsa têkoşîneke bi sazîtî jî divête, divê komeleyên ziman û çandî, qadên weşanxane û nivîskarên Kurd bikevîn nav hewldanek lihevkirî, yekgirtî û dengvedanê. Serdest û mêtinger bi dijminayî, bi zaneyî û hişmendiyek dîrokî-siyasî berê xwe didin tunekirina ziman û wêjeya me Kurdan, divê em jî bi têgihîştina li hemberî vêna tevbigerin. Gazin na, berxewdana zimanî û wêjeyî lazim e, şoreşa wêjeyî lazim e. Bi Kurdî nivîsîn û nivîskarî karekî hêja ye û hişmendiya civakî divê li pêş be ku li wêje û wêjekaran-nivîskaran xwedîderketin hebe, nexasim Kurdên ku rewşa wan a aborî baş be û saziyên mîna şaredariyên me. Têgihşîtin û hişmendiyek ji vêna re divê. Li vira divê qala kêmasiyek me Kurdan bikim; em qet li qadro û mirovên xwe yên ku di qada zimanî-wêjeyî de bi ked in, afirînêr in, qelem-wêje xurt in xwedîdernakevin (qada siyasî jî wisa). Me tiştek daye ber xwe, yên ku sax in tu dibêjî qet ne lazim e ku em qedrûqmet bidin wan. Qediransiya me (wefa) qet nîne. Mînak em ziman-nasekî nakin parlementer û hevşaredar, dîsa helbesta helbestvanekî li kolanan hat nivîsîn, qaşo ji ber ku sax e, navê wî jê birin. Yanî wêjekar û nivîskarê baş ê mirî ye! Ma wisa dibe? Wêjekar û nivîskarên ku ligel neyar û serdestan cî negiritibin, nebûbin berdevkên wan û ji gelê xwe re, ji têkoşîna gelê xwe re bêrêzî-çêr-biçûkxistin-xayîntî-neyartî nekiribin, ne şorbevexur bin, divê em xwedî li wan derkevin û bila kovar di derheqê wan de dosyeya çêbikin, qedrûqîmet bidin wan, pêşbaziyan li ser navên wan jî, tevlî yên dîrokî-wêjeyî-çandî yên kevn li dar bixin, nexasîm ên ku bi nav salan de çûne. Vê mijarê girîng dibînim, belkî anîna min î ziman qels ma, guftego, helwestzelalî divêt e. Lê hevgirtina nivîskar û wêjekaran a berxwedêr û helwesta liber-rabûna kedxwariyê hêjayî pesinandin, xwedîderketin û qedirdayinê ye. Bi dehan nivîskarên me yên ku 30 salî û zêdetir di girtîgehan de mane û hinek jê hê dîl in, hinek derketine, mînaka vê ye, li wan xwedîderketin ne tiştêkî ji rêzê ye. Helwestek dîrokî-civakî li gor şert û mercan lazim e, ma ‘nanê meyî genimî tune lê ma gotinek me, helwestek me ya şîrîn û xwej jî tune ye!’ Ev qad bi min vala ye."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.