Li Korsîkayê polîtîkaya jakoben a Fransî

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 13 Hezîran 2025 - 00:14

Fransa polîtîkaya xwe ya jakoben a li hemberê zimanên li welêt didomîne. Parîs nahêle zimanê korsîkî di Parlamentoya Korsîkayê de bê bikaranîn. Cara dawî Konseya Dewletê ragihand, divê wekîlên Parlamentoya Korsîkayê bi zimanê fransî biaxivin.

Biryara konseyê ya di 5ê hezîranê de hat ragihandin, rastî reaksyîona rêveberîya Korsîkayê hat. Serokê Korsîkayê Gilles Simeoni û seroka Parlamentoya Korsîkayê Marie-Antoinette Maupertuis li ser mijarê daxuyanîyeke hevpar weşandin.

Herdu lîder di daxuyanîyê de wiha acizîya xwe îfade kirin: “Elbet, em ji vê rewşa hiqûqî ku berevajîya mafên bingehîn ên di hemû demokrasîyan de hatine misogerkirin di qada gelemperî de qedexe dike û daxwaza piranîya nûnerên hatine hilbijartin Korsîkayê binpê dike.”

Têkoşîna hiqûqî

Hikumeta Korsîkayê di du salên dawî de ji bo zimanê giravê bikaribe di parlamentoya herêmî de bi kar bîne, têkoşîneke hiqûqî dimeşîne.

Dadgeha Bastiayê ya li Korsîkayê bi biryara xwe ya di 2023an pêşî li vê hewldanê girtibû. Dadgehê biryar dabû, tekane zimanê fermî yê Korsîkayê fransî ye. Dadgehê biryara xwe spartibû Destûra Bingehîn a Fransayê. Di heman biryarê de bikaranîna pênaseya “Miletê Korsîkayê” jî hatibû qedexekirin. Xala 2. a Destûra Bingehîn a Fransayê fransî wekî “zimanê Komarê” pênase dike û derî li fermîbûna zimanên din digire. Paşê, Dadgeha Bilind a Îdarî ya Marsîlyayê biryara dadgeha Bastiayê erê kiribû.

Ziman hatîye marjînalkirin

Korsîkî zimanekî nêzîkî îtaliya standard e û li Korsîkayê ji aliyê 150,000 kesî ve tê axaftin. Korsîkî ji ber polîtîkaya asîmîlasyonê ya Fransayê di asteke bilind de hatîye marjînalkirin. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) korsîkî wekî “zimanekî di nava xetereyê de” ye bi nav dike.

ÎNFOWELAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.