Dilop cara 39’an derket

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 12 Hezîran 2025 - 00:29

Kovara Dilopê ku du mehan carek bi kurdî û tirkî weşanê dike hejmara xwe ya nû derxist. Dilopê bi hejmara 39'an a mehên gulan û pûşperê li pêşberî xwendevanên xwe ye.

Kovarê di vê hejmarê de wêneyê Sirri Süreyya Onder ê ku kurtedemeke berê miribû kiriye berga xwe. Wekî dosyaya vê hejmarê jî li ser "Diyaloga Îmralî/Berxwedana Saraçhaneyê, xalên hevpar û xalên dijber" amade kiriye. Di dosyayê de Yucel Demirer, Ertugrul Kurkçu, Recep Maraşli û Yektan Turkyilmaz gotina xwe gotine. Ji nivîsên kovarê Mesut Alp bi navê "3500 sal berê serhildana karkeran" nivîseke balkêş nivîsiye û xwendevanan dibe Mezopotamyaya ya Berî Zayînê bi 3500-3000'î. İbrahim Gênç jî bi sernavê "O Mîo Babbîno Caro" ketiye dû çîroka defterekî û nava bîranîna.

Fewzî Bîlge, Îsmaîl Dîndar, Sezai Sarioglu, Recep Maraşli, Mesut Alp, Berivan Matyar, Cîhan Roj, İlyas Tunç, Ciwan Ayaz, Zafer Kanîsank û Burcu Karakaş bi nivîsen xwe ked dane vê hejmarê.

Her wiha helbestên Berken Bereh, Kemal Burkay, Alian Basquet, Dildar Zeynel, Reyhan Sarhan û Eskerê Boyîk di vê hejmarê de hatine weşandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.