- Pirtûka Mustafa Borak “Destpêka Dersa Kurdî” ji Weşanxaneya Na derket.
DELAL AKYUZ/MA/ÎZMÎR
Pirtûka Nivîskar Mustafa Borak a bi navê “Destpêka Dersa Kurdî” ji Weşanxaneya Na derket. Di pirtûkê de12 unîte hene û peyvên di jiyana rojane de herî zêde tên axaftin hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî hatine nivîsandin. Pirtûk ji bo kesên bi Kurdî nizanin û dixwazin Kurdiya xwe bi pêş ve bibin, hatiye nivîsandin. Mustafa Borak got, “Heke zimanê me biçe, dê Kurdîtî jî biqede.”
Mustafa Borak sala 1988’an ji ber zextên siyasî ji neçarî koçberî Izmîrê dibe, li wir xebatên xwe yên çand û huner dewam kirin. Di sala 1993’yan de li Izmîrê di avakirina Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) de cih girt. Di vê pêvajoyê de bi taybetî li ser perwerdeya zarok û ciwanan xebatên xwe meşandin. Di encama xebatên xwe de di navbera salên 1996-1998’an de di bin navê NÇM'ê de dibistaneke çand û huner a xweser ku perwerdeya bi Kurdî dida, ava kir. Piştre di sala 2005’an de Borak beşdarî xebatên damezirandina Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP-Kurdî) bû. Borak herî dawî ji sala 2008’an heta 2016’an di damezrîneriya Komeleya Bipêşvebirin û Lêkolînê ya Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) de cih girt û serokatiya wê kir. Borak, di KURDÎ-DER’ê de ya ku piştî 15’ê Tîrmeha 2016´an hate girtin, Kurdî nîşanî bi hezaran mirovan da. Borak ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê, niha xebatên xwe li mala xwe ya li Izmîrê didomîne.
Pirtûk heta astekê Kurdî fêr dike
Mûstafa Borak got, di xebatên perwerdehiyê yên ewilî de çavkaniyên ku Kurdî bidin hînkirin, nedihatin peydakirin. Borak da zanîn ku vê rewşê ew arasteyî nivîsandina pirtûkên Kurdî kiriye. Borak, diyar kir ku bi komeke ku ew jî di nav de bûye, li Enstîtuya Kurdî pirtûka “Hînker” derxistine û got; “Pirtûka ku min nivîsandî, nîşeyên ku min ji dersên wê serdemê heta sala 2016’an didan û tecrubeyên min bûn. Niha xetera ku Kurdî ji holê rabe heye. Herkes bi Tirkî diaxive. Dema min jî ev pirtûka xwe nivîsand, min bala xwe da vê yekê. Min hem Kurdî hem jî Tirkî bi kar anî û nivîsand. Kesekî ku qet bi Kurdî nizane û bi Tirkî dizane, dikare bi vê pirtûkê heta astekê bikare bi Kurdî biaxive.
Kurdî roj bi roj kêmtir dibe
Borak, da zanîn ku axavtina Kurdî roj bi roj kêmtir dibe û got; “Bi taybetî rêzefilmên televîzyonê yên ji aliyê sîstema kapîtalîst ve hatine afirandin û temaşekirina kanalên Tirk, bûn sedem ku zimanê Kurdî kêm bê axaftin. Li aliyê din, ji ber ku Kurd ne xwedî statuyekê ne, mirov bi Tirkî diaxivin. Li kolanan, li meclisê, di huner û her warê jiyanê de zextên ku li ser zimanê Kurdî hene jî bandorê li ser vê yekê dikin. Dema em lê dinihêrin, her du hefteyan carekê zimanek dimire. Li cîhanê zêdetirî 14 hezar ziman hebûn. Lê belê ev hejmar daket 6-7 hezarî. Ji ber ku Kurd xwedî nifûseke zêde ne, ev yek xuya nake. Lê roj bi roj axaftina bi kurdî kêm dibe. Divê em bi zarok û neviyên xwe yên li malê re bi Kurdî biaxivin.”
Mustafa Borak kî ye?
Borak sala 1956’an li navçeya Qulpê ya Îdirê ji dayik bû, dibistana seretayî û navîn li wir qedand. Borak 4 salan li Midyad a ser bi Mêrdînê mamostetiya polê kir, piştî sala 1975'an çû Qersê. Lê sala 1982’yan, piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê hate girtin. Borak qederê salekê li Girtîgeha Leşkerî ya Erzîromê girtî ma, bi vê hincetê 16 salan ji wezîfeyê hate girtin. Piştî ku doz sala 1997’an hat betalkirin, Borak sala 1997’an dîsa vegeriya mamostetiyê.
Nivîsên Borak di gelek kovar, rojname û malperan de hatine weşandin û 10 pirtûk ji bo bipêşvebirina zimanê Kurdî hatine çapkirin. Pirtûkên Borak ên hatine weşandin ev in:
Gotinên Pêşiyên Kurda, Weşanên Berfîn, Stenbol 1996, Ferhenga Biwêjan, Enstutiya Kurdî Ya Stenbol, Stenbol 2005, Gevez, Weşanxaneya Aram, Amed 2017, Çîrokên Biwêjan, Cilda I Weşanên J&J Enqere 2018, Çîrokên Biwêjan, Cilda II Weşanên J&J Enqere, Gelawêj 2019, Çîrokên Biwêjan, Cilda III Weşanên J&J Enqere, Berfanbar 2019, Çîrokên Biwêjan, Cilda IV Weşanên J&J Enqere 2020, Çîrokên Biwêjan, Cilda V Weşanên J&J Enqere 2020, Çîrokên Biwêjan Cilda VI Weşanên J&J Enqere 2020, Destpêka Dersa Kurdî Weşanxaneya Na Izmîr 2023.