‘Ziman mifteya zadiyê ye’

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 14 Tebax 2022 - 22:06

  • Li ser mijara “Di qirkirina çand û ziman de rola qeyûman” li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Cîzîrê panelek hate lidarxistin.

Li ser mijara “Di qirkirina çand û ziman de rola qeyûman” li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Cîzîrê panelek hate lidarxistin. Moderatoriya panelê Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu kir. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî û Civaknas Helîm Barîn weke axivîner beşdarî panelê bûn. 

Di heman demê de Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, rêxistinên navend û navçeyên HDP’ê yên Şirnexê, Tevgera Jinên Azad(TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê jî tev li panelê bûn. Di eywanê de pankarta “Di qirkirina çand û ziman de rola qeyûman” hate daliqandin. Panel piştî rêzgirtinê, bi pêşkeşkirina sînevîzyona derheqa girîngiya çand û ziman û qirkirina qeyûman a li ser çandê dest pê kir.  

Polîtîkayên qeyûman ne nû ne!

Di destpêkê de parlementer Omer Ocalan axivî. Ocalan, anî ziman ku polîtîkayên qeyûm yên sed salan in û wiha axivî: “Polîtîkayên peyûman ne nû ne, berê jî hebûn û ew format diguherin. Sed sal berê jî di dema avakirina Komara Tirkiyeyê de ew polîtîkayên xwe bi înkarkirina pirsgirêka Kurd, polîtîkayên bişaftinê, bi plana şark-islahatê pêş xistin. Ango bi sed salane qirkirinek çandî tê meşandin. Em di tax û malên xwe de bi Kurdî diaxivin. Her wiha şaredariyên me jî li ziman xwedî derketin û di saziyan de bikaranîn. Ji lewre hikûmet tehamûlê vê yekê nekir û qeyûm avêt ser şaredariyan.” 

‘Mifte di destê gelê Kurd de ye’

Piştre Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî axivî. Ronî jî bal kişand ser girîngiya rêveberiyên xwecihî û wiha avivî:

“Qeyûm di her alî de dest danîne ser mafên civakê. Ew karmendê dewletê ne û îradeye gel binpê kirine. Çand û ziman ji aliyê rêveberiyên herêmî ve xwedî roleke girîng e. Ji ber ku ziman û çand bi vê yekê pêş ve diçe. Lewra desthilatdar pêşketina ziman û çanda gelê Kurd li dijî xwe dibîne. Qeyûm destpêkê tabelayên Kurdî rakirin, sazîyên çandî hatin girtin û sazî û dezgehên jinan hatin girtin. Lê belê gelê Kurd rexmî van hemû zext û binpêkirin û qedexeyan, li ber xwe da û têkoşîna xwe berdewam kir. Ziman mifteya azadiya gelê kurd e û ew jî di destê gelê Kurd de ye.” 

‘Dayikeke aştiyê ji civaknasekî çêtir e’

Civaknas Helîm Barîn ê herî dawî axivî jî destnîşan kir ku her civak bi rêya çandê xwe pênase dike û got: “Ji bo gelê Kurd dayikeke aştiyê ji civaknasekî çêtir e. Her civak bi riya çandê xwe bi rê ve dibe. Çand nasnameya civakê ye.

Dema ku mirovek ji çanda xwe dûr dikeve ew dimire. Pergala mêtîngerî vê dike. Çand bê parastin nabe. Di bingeha esasî de parastina çandê divê.  Ji bo di metingeriyê de gava berjewendiyên pergalên yekperest yek bin, li dijî vê yekitiya xwe ava dikin. Lê divê em jî li dijî vê derbikevin û ji bo parastina çand û zimanî yekitiya xwe ava bikin. Gava em dibêjin çand tenê govend, stran û rengên me tên bîra me. Lê belê aborî, siyaset û gelek qadên civakî jî çand in.”

Piştî axaftinan panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.