Ziman hebûna me ye

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 7 Çile 2023 - 00:28

DELAL AKYUZ/MA/IZMÎR

 

Komeleya AVESTA ku ji bo zimanê Kurdî dixebite û di 4 salan de kurs daye zêdetirî 3 hezar kesan, kursên nû vedike. Serokê komeleyê Alî Yalçinkaya got, ji bo hînkirina Kurdî hişyarbûneke nû heye. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (AVESTA) sala 2018'an de li Îzmîrê hatiye avakirin. 

Ji bo kursên Kurmancî û Kirimanckî yên AVESTAyê hefteya ewilî ya sala 2023'yan kursên nû dan destpêkirin. Kurs hem online û hem jî rûbirû wê werin dayîn. Heta niha 140 kesî miracaet kir ji bo kursan. 

Serokê komeleya AVESTA'yê Alî Yalçinkaya got: "Li Rojhilat Navîn hin ziman ji holê rabûne. Gelê ku zimanê wî winda bibe, bi awayekî fizîkî jî winda dibe. Lewma em bi xebatên di warê ziman de hewl didin hebûna xwe biparêzin." 

Yalçinkaya da zanîn ku li ser podcast-youtubeyê jî ew ê xebatên xwe bi rê ve bibin: "Niha em ji sumeran li ser mijarên mîtolojiyê disekinin. Podcastên bi qasî 20 deqeyan çêdikin. Em hewl didin Kurdî li her warê jiyanê belav bikin." 

Yalçinkaya di dawiyê de bang li Kurdan kir da ku xwedî li zimanê xwe derkevin: "Tenê ne bi kursan, divê em zimanê xwe li her warê jiyanê biparêzin. Em qeydan li ser hesabên medyaya dijîtal jî çêdikin." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.