Ziman civakîbûn e
Sêşem 20 Sibat 2024 - 00:22
- Remzî Azîzoglu diyar kir ku heta Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, wê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: Yekane tişta ku civakan ji hev cuda dike, ziman e.
MEHMET GULEŞ / MA / AMED
Lijneya Giştî ya Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdehiyê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1999’an de 21’ê Sibatê weke “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” qebûl kir. Ji sala 2000’an ve her sal weke 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Li gorî “Atlasa zimanên di Xetereyê de ne” ya di Adara 2013’an de ji aliyê UNESCO’yê ku sala 2008’an weke “Sala Zimanan a Navneteweyî” îlan kir ve hat weşandin, li cîhanê ji sedî 40’ê 7 hezar zimanan, ango 2 hezar 500 ziman di bin gefa windabûnê de ne. Li cîhanê ji sala 1950’an ve hejmara zimanên windabûne 230 e. Heta niha li Tirkiyeyê 18 ziman winda bûn, zaravayê Kurdî yê kirmanckî jî bi xetereya windabûnê re rûbirû ye.
Gelê Kurd tevî zext û zorên bi salan e jî dest ji têkoşîna jiyandina zimanê xwe bernadin. Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ji bo pêşvebirina Kurdî her sal bi sedan kursiyerên xwe perwerde dike. Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê nirxandin kirin.
Azîzoglû bal bire ser têkiliya di navbera zimanê dayikê û pêşketina zarokan û wiha got:“Hestên hînbûna zimanê dayikê ya ji bo zarokekî li gel ketina zikê dayikê dest pê dikin. Ji ber vê yekê zimanê dayikê gelekî girîng e. Ziman paralelî pêşketina ramanê ye. Zimanê dayikê çiqas bihêz be, bingeha wê jî ewqas bihêz dibe. Ziman di heman demê de bingeha wêje û helbestê ava dike. Ziman civakîbûne.”
Zimanê bi milyonan tê înkar kirin
Azîzoglû da zanîn ku li Tirkiyeyê nêzî 25 mîlyon kurd dijîn, lê zimanê wan ê dayikê ne zimanê fermî ye, ne jî zimanê perwerdeyê ye û got:“Kurd hê jî di bin serdestiyê de ne. Bêguman divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û her wiha bibe zimanê fermî. Heke em qala yekîtî û wekheviyê bikin, beriya her tiştî divê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê. Azîzoglû, anî ziman ku bingeha neteweyekî ziman ava dike û got:“Yekane tişta ku civakê ji hev cuda dike ziman e. Ev yek nîşanî me dide ku ziman çiqasî girîng e. Hewl tê dayîn ku ji temenê biçûk zarokên Kurd hînî tirkî bikin. Ev jî wan ji zimanê wan ê dayikê dûr dixîne û pirsgirêka esas jî ji vir dest pê dike.”
Divê ewilî hînî zimanê xwe bibin
Azîzoglû, diyar kir ku daxwazên xwe yên zimanê dayikê bi salane bi awayekî zelal û vekirî tînin ziman û destnîşan kir ku heta daxwazên wan neyên bicih anîn ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Azîzoglû, diyar kir ku divê zimanê dayikê ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê û got:“Divê dayîk û bav li malê li kolanê bi zarokên xwe re bi zimanê dayikê biaxivin. Divê feraseta ‘Ji bo ku zarokên me tirkî nizanin bi paş ve dimînin’ terk bikin. Ji xwe zarokên me bi demê re wê hînî tirkî bibin, ya girîng ew e ku zimanê xwe yê dayikê bizanin. Divê bi hînbûna zimanê dayikê hişmendiya kurdî bê teşwîqkirin.”