Zilmê li kal û pîran dikin

Sêşem 10 Gulan 2022 - 22:36

  • Dayika bi navê Makbûle Ozer a 80 salî li Artemêtan a Wanê hate girtin. 

Dayika bi navê Makbûle Ozer a 80 salî li Artemêtan a Wanê hate girtin. Ji bo ku cezayê Ozer veguherînin cezayê “Hepsa malê” miracaet hat kirin, lê belê ev daxwaz hat redkirin. 

Makbûle Ozer a 80 salî û hevjînê wê Hadî Ozer ê 79 salî li navçeya Artemêtan a ser bi Wanê, di 24’ê Tîrmeha sala 2018’an di encama serdegirtina malê ya polêsan de tevî zarokên xwe hatin binçavkirin. Di encama lêpirsîna derheqê Makbûle û Hadî Ozer de, bi îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” doz li wan hate vekirin. Cezayê 2 sal û mehekê ku dadgeha herêmê dabû Makbûle û Hadî Ozer ji hêla dadgeha bilind ve hate erêkirin û herdu jî hatin girtin. 

Hat zanîn ku piştî cezayê li Makbûle û Hadî Ozer hatiye birrîn, parêzera wan Dîlan Kunt Ayan, 15’ê Nîsanê ji bo ku cezayê Makbûle Ozer veguherînin “Hepsa malê”, miracaetî Dadgeriya Înfazê ya Wanê kir, lê belê dadgehê bi îdîaya “şert û mercên qanûnî çênebûne” ev miracaet red kiriye. 

Parêzer Kunt di miracaetê de gotibû, cezayê 2 sal û mehekê yê girtîgehê yê li miwekîla wê Makbûle Ozer hatiye birrîn, di 23’yê sibata 2022’yan de hatiye erêkirin lê miwekîla wê ji sedî 52 seqet e. Di daxwaznameya xwe de Kunt got, “Miwekîla min 80 salî ye û ji sedî 52 jî astengdar e.

Nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike. Bi zarokên xwe re dimîne û ew li miwekîla min miqate dibin. Mayîna wê ya li hepsê dê xizmetê ji ti armancên qanûnên înfazê re neke. Ev yek dê bike ku miwekîla min êdî nekaribe yek pêdiviya xwe ya rojane jî bi cih bîne. Lewma dixwazim ku miwekîla min cezayê xwe li malê bibihurîne.” 

Dadgeriya Înfazê ya Wanê weke her carê, gava mesele Kurd in, eynî biryaran dide û bi hincetên pûç, înfaza li hepsê li ser kalê û pîran jî ferz dike. Ev jî beşek ji zilma dagirkeriyê ye.

WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.