- Malper û kovara “Art Review” di hejmara xwe ya Kanûna 2021’ê de 100 hunermendên herî bi hêz û tesîr yên dinyayê neqandine. Di nav van kesan de huremenda Kurd Zehra Dogan jî heye.
Malper û kovara “Art Review” di hejmara xwe ya Kanûna 2021’ê de 100 hunermendên herî bi hêz û tesîr yên dinyayê neqandine. Di nav van kesan de huremenda Kurd Zehra Dogan jî heye.
Kovara Art Review 100 hunermendên li dinyayê yên herî bi tesîr rêz kiriye û gotiye, “Dinya bi zehmetiyên pandemiyê bi awayekî dizîvire, lê vê carê zor pê dikeve. Di nav van zehmetiyan de hin hunermend li ser hin mijaran hûr bûn û xwe bernedan û xwestin biafirînin.”
Zehra Dogan jî bi gelek berhemên xwe di nav van 2 salên dawiyê de li Ewrûpa û gelek welatên dinyayê pêşangeh vekiribûn. Zehra Dogan ji Art Reviewê re axiviye û gotiye, “Di şiroveyên zayendperestî de jin her tim weke metayê tê nirxandin. Li gorî şiroveyan divê jin tevî bedana wê, were bidestxistin û mêr bibin xwediyên wan. Ez wan jinên li ber vê çarenûsê radibin, xêz dikim û diresmînim.”
Di nav van kesên ku Art Reviewê neqandî de Ai Weiwei, Anna L. Tsing, Eyal Weizman û Buyung-Chul Han jî hene û di vê hejmarê de kovarê bi wan re hevpeyvîn kirine. Anna L. Tsing, dixwaze em li ser xwezayê ji nû ve biramin û li ser têkiliya me ya bi xwezayê re disekine. Ai Weiwei, behsa bibîranînên xwe dike, serpêhatî û ezmûnên xwe vedibêje. Her wiha dîroka polîtîk û civakî ya Çînê jî rave dike. Eyal Weizman jî di derbarê avahîsaz, hunermend, akademîsyen, parêzer û rojnamevanan de axiviyê, yên wisa ku li ser binpêkirina mafê mirovan disekinin.
NAVENDA NÛÇEYAN